Yekemîn neştergeriya dil li Nexweşxaneya Çav û Dil ya li Rojawa hate encamdan

Tîmeke pizîşkî ya Herêma Kurdistanê bi mebesta pêşkêşkirina hevkariya tendirûstî û encamdana neştergeriyê li rêkefta 17.01.2021 gihîştin Qamîşlo ya li Rojavayê Kurdistanê.

Ev tîma pizîşkî bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihîştin Qamîşlo û piştî rêxistina amêrên pizîşkî û amadekariyan yekem neştergeriya guherîna boriyên dil bi serkeftî hate encamdan.

Di dema vê serdanê da 4 neştergeriyên dil bi serkeftî hatin encamdan û rahênanê bi karmend û pizîşkên Qamişlo kirin.

Wezîrê Tendirûstiya Rojava û Birêveberê Nexweşxaneya Dil û Çav berdewam palpiştê tîmê bûn û bi wê hevkariya tîma pizîşkiya neştergeriya dil ya Herêma Kurdistanê gelek xweşhal bûn.

Ev tîma ji pênç pizîşkên pîspor pêkhatibû û piştî 9 rojan vegeriyan Herêma Kurdistanê û li dawiya erkên xwe da ji aliyê Wezîrê Tendirustiya Rojava ve li rêwresmek da rêzgirtinnameyan pêşkêşî wan kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest