Rêkefta 03.02.2021 Qaymeqamê Şingalê li gel Birêveberên bajarokên wê bajarê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û ji aliyê Serokê Dezgehê ve hatin pêşwazî kirin.
Li vê serdanê da birêz Mehma Xelîl Qaymeqamê Şingalê, hewl û karên xêrxwaziyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên ji bo xelkê Şingalê bilind nirxand. Hêvî xwest hevkariyên miroviyên dezgehê li paşerojê de ji bo xelkê lêqewimiya bajarokê berdewam bê.
Şanda mîhvan bi nûnerayetiya xelkê Şingalê ve rêzlênanê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Erkê me bi hanaveçûna kesên lêqewimiye, li her cîhek û bi bê cûdahî hevkariyên xwe digihînîn”.
Birêz Musa Ehmed tekez li ser berdewamiya hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên ji bo xelkê Şingalê kir û got: “Hevkariyên me yên ji bo xelkê Şingalê berdewam dibin, piştî wan hemû karesatên li ser wê navçeyê da hat. Em bi erkê xwe yê li hevkarî kirina wan rabûn û berdewam dibîn”.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam li hewldanê de dibê, ji bo rakêşana rêxistinên mirovî ya bi navê hevkarîkirina zêdetirê xelkê Şingalê li hemû kertan de.