Bi mebesta bihêztirkirina peywendiyan û encamdana projeyên nû yên li paşerojê de li rêkefta 16.02.2021 birêz Ehmed El Zahirî Konsolê Giştî yê Îmarat li Hewlêr serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) kir.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Îmarat û şanda li gel kir û bi girîngiyê ve li peywendiyên di navbera her du aliyan da zanîn.
Li vê hevdîtinê de guftûgo û nirxandin û beramberiya rewşa niha ya li serdema Korona û berî serdema Korona hate kirin û erkê rêxistinên miroviyan li vê rewşa niha da bi girîng wesif kirin.
Li paşerojê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistinên miroviyên Îmarat li projeyên hevbeşên xêrxwaziyên xwe de berdewam dibin û zêdetirîn xelkê hejar û koçber û penaberan jê sudmend dikin.