Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina OWMM helmetekî berfirehê hevkarîkirina nexweşxaneyên li Nînowa û Herêma Kurdistanê birêvebir. Li vê helmetê da pêdiviyên pizîşkî gihandin Nexweşxaneya Giştî ya Hemdaniye li parêzgeha Musil û nexweşxaneya Telesqof û Nexoşxaneyên Hatina Hawara Rojava, Hatina Hawara Rojhilat û Nanekelî li Hewlêr.
Îro rêkefta 30.10.2018 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina ”One World Medical Messon” bi mebesta baştirkirina kerta tendirûstiyê li navçeyê da pêdiviyên pizîşkî ji bo her sê nexweşxaneyên Hatina Hawara Rojava, Hatina Hawara Rojhilat û Nanekelî li parêzgeha Hewlêrê dabîn kir.
Her dû rêxistin li çend rojên derbasbûyî ve helmetekî hevkarîkirina nexweşxaneyan destpêkiriye ku têda her yek ji Nexweşxaneyên Giştî ya Hemdaniye li Musil û Nexweşxaneya Telesqof pêdiviyên pizîşkî û pêdiviyên kêmendaman hatiye pêşkêş kirin, her wiha Dezgeh û rêxistina navbihurî kursa taybetî pizîşkî ya didanan pêşkêşî Norîngeyên Tendirûstiyên Wargeha Hesenşam kiriye.
Li dirêjahiya vê projeyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina ”One World Medical Messon” pêdiviyên pizîşkî digihînin nexweşxaneya Hîwa ya li parêzgeha Silêmanî.