HEVKARÎ GIHANDIN 1500 KESÊN ZIYAN LÊKETIYÊN LEHIYÊ LI PARÊZGEHA HEWLÊR

Bi sedema zêde baranbarînê û lehiya dû rojî ya derbasbûyî û rûxana xanî û berên li devera Balekayetî û dola Xaneqaya ser bi parêzgeha Hewlêrê ziyan li zêdetirê 1500 kesan berketiye.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro rêkefta 28.10.2018 bi mebesta gihandina hevkariyên bi lez ya ji bo xelkê navçeyê û piştî nirxandina rewşa malbatan, dû karwanên hevkariyê gihande devera balekayetî û dola Xaneqa ya li parêzgeha Hewlêrê ku têda hevkariya 300 malbatan û zêdetirê 1500 kesan kirin.

Lehî bû sedema ruxan û wêranbûna mala hemwelatiyan û ji navçûna zeviyên çandinê ya navçeyê, birêz Îsmaîl Abdulezîz Berpirsê Beşa Hevkarî û Hatina Hawarê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê rewşa navçeyê de got: ”Bi sedema zêde baranbarîn û lehiyê li navçeyên Balekayetî û Dola Xaneqa zêdetirê 1500 kes li ber ziyanê ketine, ku 750 kes bi bê cîh mane û nikarin vegerin malên xwe”.

Di derbarê plana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo bi hanaveçûna ziyanlêketiyên lehiyê birêz Îsmaîl Abdulezîz got: ”Em weku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî me bi zutirîn dem pêwîstirîn pêdiviyan gihande cihê lehiyê û li dû helmetan da li gor rewşa ziyanlêketiyan pêdiviyên wekî xwarin, betanî, doşek, layt, sêta metbexê û gelek pêdiviyên din ji bo xelkê dabîn dikîn”.

Devera Balekayetî û Dola Xaneqa dikevin navçeyên çiyayiyên Bakurê Rojhilata parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest