Şandeke Konsolxaneya Giştî ya Amerîka serdana wargeha Dîbege kirin

Şandeke bilinda Konsolxaneya Giştî ya Amerîka li Herêma Kurdistanê ji bo li nêzîk ve agahdarbûna li rewşa koçberan serdana wargeha Dîbege ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê kirin.
Bi mebesta li nêzîk ve agahdarbûna rewş û guzeraniya koçberên li Iraqê ku li niha de beşek ji wargehên Herêma Kurdistanê nîştecîhin, şandeke Konsolxaneya Giştî ya Amerîka li Herêma Kurdistanê li gel UNHCR û rêxistinên Swedo, IOM, Mercy Corps serdana wargeha Dîbege kirin û li nêzîk ve li kêşe û giriftên koçberan pirsîn û tîşk xistin li ser baştirkirina rewş û guzeraniya koçberan û heman demê de pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir.

Share on facebook
Facebook
Share on email
Email
Share on twitter
Twitter
Share on linkedin
LinkedIn
Share on pinterest
Pinterest