Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Rêxistina (Peace Village) Di Karên Hevbeş û Çalakiyên Mirovî de Didomînin

Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, roja Yekşemê 18/1/2026 li Serokayetiya Dezgehê li Hewlêrê, pêşwazî li Claudia Pep Müller, Berpirsa Peywendiyên Giştî ya Rêxistina Almanî (Peace Village) kir.
Di vê hevdîtinê de karê hevbeş û alîkariyên mirovî yên her du aliyan li Herêma Kurdistanê û herêmê hatin gotûbêjkirin.
Xatûn Claudia, kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di bîst salên dawîn de di warê alîkariyên mirovî de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, spasiyên xwe ji bo alîkarî û bexşên Rêxistina Almanî (Peace Village) anî ziman. Herweha hêviya berdewamiya xizmetkirina mirovahiyê ji wan re xwest.
Roja din, 19/1/2026, Berpirsa Peywendiyên Giştî yên Rêxistina (Peace Village), serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir û Rewaj Hacî, Berpirsê Dosyaya Sûriyê û Endamê Desteya Rêveber a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ligel amajekirina bi vê yekê ku niha jî di warê çalakiyên piştgiriya derûnî ji bo zarokên koçber ên Helebê li Efrînê, Rêxistina Almanî (Peace Village) piştevanê sereke ye, spasiya alîkariyên mirovî yên rêxistina navborî kir. Herweha di atolyeyekê de bi berfirehî qala ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya Efrînê û bi taybetî jî wan çalakiyan kir ku ofîsa dezgehê li Efrînê bi piştgiriya hevkar û bexşîneran, xizmetguzariyên cûrbecûr pêşkêşî koçberên Helebê yên li Efrînê kiriye.
Berpirsa Peywendiyên Giştî yên Rêxistina (Peace Village) jî xwest ku ji ber şer û koçberiyê, bi taybetî li Sûriyê, ku hin malbatan zêdetirî heft caran koçber bûne, bi rêya rêxistinên mirovî yên din jî hewl bidin alîkariyê bigihînin xelkê mexdûr û koçber.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Rêxistina Almanî (Peace Village), di çend qonaxan de xizmetguzariyên tenduristiyê bi taybetî ji bo zarokan pêşkêş kirine û di berê de jî komek zarokên xwedî rewşên tenduristiyê yên tevlihev, li Almanyayê hatine kontrolkirin û tedawiya pêwîst wergirtine.
Di qonaxeke nû de jî li bajarên Hewlêr û Dihokê ew zarok hatin destnîşankirin ku pêwîstiya wan bi tedawiya bijîşkî heye û rewşên wan dikarin li nava Herêma Kurdistanê bên çareserkirin.
Di encama vê pêvajoyê de hate xwestin ku komek zarok bêne dîtin û li gorî rewşên wan bêne dabeşkirin, da ku di demeke nêzîk de tedawiya bijîşkî werbigirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest