Fransa hevkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê dike

Birêz Olîver Dukutîno Konsolê Giştî yê welatê Fransa li Herêma Kurdistanê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û amadehiya welatê xwe ji bo zêdetir hevkarîkirina penaber û koçberên Rojavayê Kurdistanê li Suriye û li Herêma Kurdistanê da nîşanda.

Rêkefta 24.10.2019 şandekî Konsolê Giştî yê welatê Fransa li Herêma Kurdistanê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hate pêşwazî kirin.

Birêz Olîver Dukutîno palpiştiya dewleta Fransa ji bo koçber û penaberên Rojavayê Kurdistanê dûpatkir û ragihand welatê wan deh milyon Euro ji bo hevkarîkirin û gihandina hevkariyên mirovî terxan kiriye.

Li hevdîtinê de rewşa mirovî li Kurdistan û Suriyê de hate nirxandin û birêz Musa Ehmed hevkariyên miroviyên welatê Fransa ji bo koçber û penaberan bilind nirxand.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest