Birêz Awat Mistefa Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Ewrupa civîneke taybetî bi programa aştî û pêkvejiyanê li gel birêz Dr Abdula xwediyê madalya Împaratorê Şahnişîn OBE û Serokê Desteya UNKS Foundatiton li Wîlz û şanda li gel pêkhat.
Dr Abdula pesnê erk û karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û hewl û têkoşîna DXB li xizmetkirina mirovayetiyê de bilind nirxand û got: ”Li navçeyek ku ceng cîhê aştiyê girtiye û gef û xwesepandin li ser îradeya xelkê da hatiye zalkirin karê mirovayetiyê hêsan nîne, lê belê DXB kariye zêdetirê ji sînûrên desthilata xwe hewl daye nehêle gef û xwesepandin dest bilindtir bê”. Her wiha balkişand li ser xizmeta koçberan li Kurdistan û Iraq bi bê cûdahî kiriye û wekî belgeyeke ji bo karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî.
Li vê civîna şêwirînê da karê hevbeş li warê aştî û mekanîzma pêkvejiyanê hate behs kirin û daxwaz ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku serdana Parlemena Wêlz bike û hevdîtinan li gel desthilatdaran û kesayetiyên navdarên Desteya Şêwirmendî û Desteya Platforma Pêkvejiyanê li wî welatî da encam bide.
Serokê Desteya UNKS Foundation balkişand li ser wê yekê ku niyeta wan heye serdana Herêma Kurdistanê bikin û ji bo wê yekê ku ji nêzîk ve ezmûna pêkvejiyan û karên xêrxwaziyê li Kurdistanê da bibînin.