Rêkefta 11.06.2019 rêzdar Îsmaîl Abdulezîz Berpirsê Beşa Hevkarî û Hawar Hatina Dezgehê û Rewac Hacî Berpirsê Beşa Ragihandin û Lêkolînê ya Dezgehê serdana rêxistina Human Bridge ya Swêdî kirin û ji aliyê birêz Robêrt Bêrgman Birêveberê rêxistinê ve hatin pêşwazî kirin.
Li vê hevdîtinê de şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl û keda rêxistina Human Bridge li hevkariyan da û li kerta tendirûstî û mirovî li Herêma Kurdstan û Iraqê da bilind nirxand û ji aliyê her dû aliyan ve tekez li ser karê hevbeş kirin û rewşa koçber û penaberan guftûgo kirin.
Rêxistina Human Bridge eve pênç sale li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hevkarî pêşkêşî xelkê Herêma Kurdistan û Iraqê dike û li dabînkirina pêdiviyên tendirûstiyê ji bo nexweşxaneyan û ciluberg û pêdiviyên navmalê de berdewam bûye.