Helmetekî seranserî ji bo hevkarîkirina hejar û kêmderametan birêvediçê

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û kompanya Korek Telekom helmetekî seranserî ji bo hevkarîkirina malbatên hejar û kêmderametên li Kurdistan û Iraqê da birêvedibin.

Roja pênçşem rêkefta 30.05.2019 destpêka helmeta seranseriya hevkarî kirina hejar û kêmderametên li Kurdistan û Iraqê da hate ragihandin û li hemû parêzgehên (Bexdad, Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Nînowa, Kerkûk, Basra, Nasiriye û Semawe) çalakî birêve diçin.

Li her neh parêzgehê da hevkariya xorekî pêşkêşî 7000 malbatên hejar û kêmderamet tê kirin û pêş dawî hatina meha Remezana pîroz hemû çalakî bi dawî dibin.

Li yekem roja helmetê da her yek ji parêzgehên (Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Kerkûk, Nînowa û Basra) hevkarî pêşkêşî 4500 malbatan hatiye kirin û li rojên pêş da jî li parêzgehên (Bexda, Nasiriye û Semawe) hevkarî pêşkêşî 2500 malbatên din tê kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest