Bi mebesta beşdarî kirina li civîna mehaneya rêxistina Hilfegruppe Eifel, şandekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdanî binkeya serekî ya rêxistina wan kir û ji aliyê birêz Willi Greuel Serokê Rêxistinê û Endamên Kargêrî ve hatin pêşwazî kirin.
Li civîna mehaneya rêxistinê de ku li rêkefta 18.06.2019 birêveçû, şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi endamanên rêxistinê hate nasandin û rapora kar û çalakiyên rêxistinê li Herêma Kurdistanê ji bo beşdarbûyan hate rûnkirin.
Birêz Îsmaîl Abdulezîz Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Beşa Hevkarî û Hawar Hatinê û Rewac Hacî Berpirsê Beşa Ragihandin û Lêkolînê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li civîna mehaneya rêxistina Hilfegruppe Eifel beşdariyê kirin û çawayiya zêdetir hevkarîkirina koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê rûnkir.
Li civînê de biryar hate dayîn ku li paşarojê de li rêya çend rêxistineke dinê Almanî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve çareseriyê pêşkêşî zarokên tûş bûyê nexweşiya şêrpençeya xwîn bêkirin û neştergeriya çandina mejiyê hestiyê ji bo wan li Herêma Kurdistanê da bê encamdan.
Rêxistina Hilfegruppe Eifel 27 sale li welatê Almanya da hatiye damezrandin û ev sê sale li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kar dike û kariye li vê demê da 92 ton pêdivî û amêrên tendirûstiya zarokan û şîrê hişk li rêya 8 kamyonan ve bigihînin Kurdistanê.