Rêxistina LOG ya Almanî bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, çend cîh û navçeyeke dîrokî ya cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistanê yek ji wan jî qela Hewlêrê li projeyeke cûda ya valahiyê da li seranserê cîhanê pexş dike.Li gor zanyariyan, ev rêxistin armanca wê ewe 50 cîhên dîrokî yên ser zevî bi projeyeke dirustkirina xwarinê li asmanê nîşan bide, ev proje ji aliyê hejmarek kesayetiyan ve tê bi cîhkirin, Bernad Breter yek jî mezintirîn derhênerê muzikê û Dee Jay li ser asta Almanya û cîhanê ku beşek ji konserên zêdetirê 1000 hezar kesan amade dibin. Bernad Breter li hizr û bîrokeyeke nû da dixwaze li rêya du zimanên cîhanî «xwarin û muzîk» ê bi encamdana çalakiyeke li valahiya asmanê li gel stêrnasê navdarê cîhanî (Matyas) peywendiyê li gel xelkê vê serdema nû ya ser zevî dirust bike.Li gor heman çavkaniyê zanyarî, hizr û bîroke pêkhatiye ji dirustkirina yek cûre xwarinê li valahiya asmanê li 50 cihên dîrokî yên zevî wekî Pramidên Misrê û Tac Mahala Hîndîstanê û peykera Azadiya Amerîkayê û dixwaze Qela Hewlêrê beşek bê ji projeyê. Li rêya online an jî xwarin dirustkirin û muzîkê, dikarin bibestin bi koçberên li nav wargehan da di dema xwarin dirustkirinê da li heman demê de li valahiya asmanê jî heman xwarin tê dirust kirin. Bi awayeke giştî armanca vê projeyê eweye tevahiya dinyayê pêkve li gel valahiya asmanê da girêbide.
Rêxistineke cîhanî qela Hewlêrê dibe asmanê
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest