Li çarçêweya kerta xwediyê pêdiviyên taybet de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Dezgeha LDS ya xêrxwaziya Amerîkî li tixûbê Nivîsîngeha Şingal û Zaxo pêdiviyên cûr bi cûr ji bo 82 xwediyê pêdiviyên taybet dabîn dikin. Rêkefta 07.10.2021 li çarçêweya projeya çavdêriya xwediyê pêdiviyên taybet de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku bi hevkarî li gel Dezgeha LDS ya xêrxwaziya Amerîkî encam didin, li tixûbê Şingal û nahiye ya Sinunê û Nûnerayetiya Zaxo (Qezaya Batîfa) li du helmetan da pêdiviyên cûr bi cûrê wekî (Willcheir, pota zarokan, darşeqe, kursiya destavê hwd…) li ser 82 kesên xwediyê pêdiviyên taybet de dabeş kirin. Hêjayî gotinêye, berî dabeşkirina pêdiviyan, waneyek di derbarê çawayiya bikaranîna amêran û paqijkirin û parastina wan tê pêşkêş kirin.
Hevkariya 82 xwediyê pêdiviyên taybet kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest