4 ton derman ji bo Binkeya Tendirûstiya Şêx Şerfedîn hate dabînkirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Birêveberiya Tendirûstiya Parêzgeha Dihokê, derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo Binkeya Tendirûstiya Şêx Şerfedîn li çiyayê Şingalê dabîn dikin. Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çalakiyeke tendirûstiyê da zêdetirê 4 ton derman û pêdiviyên tendirûstiyê ji bo Binkeya Tendirûstiya Şêx Şerfedîn li Çiyayê Şingalê dabîn kir. Li vî derbarî de Pîr Deyan Berpirsê Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Li ser daxwaza nîştecihên li ser Çiyayê Şingalê ku niha nêzîkî 2 hezar malbat nîştecihin, li helmetek da bi hevkarî û palpiştiya Birêveberiya Giştî ya Tendirûstiya Parêzgeha Dihokê, derman û pêdiviyên tendirûstiyê me ji bo Binkeya Şêx Şerfedîn dabîn kir. Her wiha ragihand: Me niha Nivîsîngeha xwe li nahiyeya Sinûnê vekiriye û berdewam dibîn li hevkarîkirin û yarmetîdana koçberên Çiyayê Şingalê û dewrubera wê û ew cîh û navçeyên ku pêwîstiya wan bi hevkariyên cûr bi cûr heye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest