Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li nahiyeya Sinûnê bi hevkarî li gel Komeleya Hawar Hatina Kuweytî, hevkariyê pêşkêşî 300 malbatên kêmderametên deverê kir. Piştî destbikarbûna Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li nahiyeya Sinûnê, bi awayeke berdewam destê bicîhkirina projeyên xizmetguzariyê kiriye ku taybete bi hevkarîkirina malbatên koçber û kêmderametê wê tixûbê. Li vê çarçêweyê da, bi hevkarî li gel Komeleya Hawar Hatina Kuweytî, paketên xorekê li ser 300 malbatên kêmderamet û xwediyê pêdiviyên taybet û malbatên bêserpereşt da dabeş kirin. Li vî derbarî de Pîr Deyan Berpirsê Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: piştî vekirina Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li nahiyeya Sinûnê, bi hevkariya dezgehên hikûmiyên navçeyê dûbare me dest bi encamdana kar û çalakiyên xêrxwazî û miroviyan kiriye û bi vê navê da jî bi awayeke berdewam me proje ji bo malbatên hejar û kêmderamet û koçberên dewrubera vê deverê dibe.
