Rapora taybet bi hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Başûrê Sudan

Li dirêjahiya çalakiyên navdewletî da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema çend mehên derbasbûyî de li dawiya sala 2020 û sala 2021 piştî lehiyên berdewamiyên welatê Başûrê Sudanê bi dabînkirina çendîn kelek û belemên biçûkên taybet bi veguhestina kelûpelên derman û pêdiviyên din li navbera giravên welatê Başurê Sudanê. Helbet xelkê Başurê Sudanê li rewşeke dijwar ya darayî û xwezayî de jiyan bi ser dibin û li gelek cihên wî welatî hatin û çûn tenê li rêya kelek û belemên biçûk heye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêya hevbeşiya kar (rêxistina Jhon Dau) karên li welatê Başûrê Sudanê bi cîh kiriye û li vî derbarî de Serokê Rêxistinê ku ew bi xwe yek ji rizgarbûyên şerê yek li bi yekên Sûdanê birêz Jhon Dau dibêje (Dixwazim spasiyên xwe yên bê payan bigihînim Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji ber ku ew hevkariyên dezgehê bûye sedema rizgarkirina jiyana çendîn xelk û veguhestina kelûpel û pêdiviyên pizîşkî li giravek ve ji bo giraveke din, li heman demê de ev kelek û belem têne bikaranîn ji bo veguhestina wan nexweşên ku nikarin bi rêyên bêjayî bigihin binkeyên tendirûstiyên me. Cihê xwe ye cîhan pêzanînên xwe hebê ji bo hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên ji bo xelkê Başûrê Sudanê û rêxistina Jhon Dau. Karzan Nurî Birêveberê Projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand (yek ji bingehên serekiyên karê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kevandin û sarêjkirina birîna mirovane li her cîheke ser rûyê erdê bin, ji bo wê yekê li her cîhekê birînek li laşê mirovayetiyê bê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wir dibê ji bo kevandina birînan. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî armanca wê ye ruhiyet û peyama mirovdostiya Barzaniyê Nemir û Kurdistaniyan bigihîne cîhanê û berdewam bê li karên miroviyên li derveyê Herêma Kurdistan û Iraqê, bi vê navê de jî têkoşînê dikîn û li hewlên zêdetir didîn. Em bawerin mirovayetî tixûb nizanê û pêwîste tixûb bêne jêbirin bi navê hevkarî û dirêjkirina destê yarmetiyê ji bo hevdû. Wekî geleke stemlêkirî û stemdîtî herdem çavê me li hevkarî û yarmetiya dostên me bûye, niha jî pêwîste em hevkarî û yarmetiya xelkên lêqewimî bidîn dûrî li nêrîna bîr û bawerî û ol û reng û tixûb û regeziyê. Hevkariyên me yên ji bo welatê Başûrê Sudanê yekem çalakiya navdewdewletî nîne û ya dawî jî nabê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest