Li bîranîna Mewluda Pêxember da, hevkariya 500 malbatan hate kirin

Bi helkefta bîranîna ji dayikbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed (Silavên Xwedê Li ser bin), Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane projeyên xêrxwaziyê bi vê helkeftê ve rêkdixe û bîranînê bilind û zîndî dike. Rêkefta 18.10.2021 li bajarê Hewlêrê bi helkefta bîranîna ji dayikbûna Pêxemberê Îslam Mihemed (SXL), Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li projeyeke bi vê helkeftê ve, hevkariya mirîşk û şîrînî pêşkêşî 500 malbatên kêmderamet kir. Li vî derbarî de Îsmaîl Abdulezîz Berpirsê Beşa Hawar Hatin û hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi vê helkefta pir bi xêr û bereketê ve pîrozbahiyeke germ li hemû misilmanên cîhan û Kurdistanê dikîn û heman demê de bi vê helkeftê ve salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeyên xêrxwaziyê encam dide, ji bo îsal jî me hevkarî pêşkêşî 500 malbatên kêmderametên li nav bajarê Hewlêrê kir ku her malbatek (Du mirîşk û kîsek şîrînî) wergirtin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest