Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina IEH ya Almanî karwaneke dinê hevkariya pizîşkî ku pêkhatibû ji komek derman û keresteyên pizîşkî şandin Rojavayê Kurdistanê.
Rêkefta 18.10.2021 li çarçêweya kerta tendirûstiyê da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina IEH ya Almanî karwaneke dinê hevkariya pizîşkî pêşkêşî nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê kirin.
Li vî derbarî de Pîr Deyan Berpirsê Nivîsîngeha Şingalê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Îro bi hevkarî li gel rêxistina IEH ya Almanî kelupel û pêdiviyên Pizîşkî dişînîn bajarên Rojavayê Kurdistanê û berdewam dibîn li gihandina hevkariyên ji bo nîştecihên Rojavayê Kurdistanê. Her wiha ragihand: Ew kelupelên pizîşkiyên pêşkêşî nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê têne kirin bi 542.000 $ pênç sed û çil û dû hezar dolarên Amerîkî li xwe digre.