Rêkefta 19.10.2021 li bajarê Hewlêrê bi amadebûna birêzan (Umêd Xoşnaw) Parêzgerê Hewlêrê (Ehmed Elzahîrî) Konsolê Giştî yê dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê û hejmarek xwediyê kompanya û Serokên Zanîngehan û Birêveberên Xwendingehan, rêwresma xelatkirin û bexşîna diyariya li ser (26) xwendekarên ezîzê bajarên (Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Helebçe, Kerkûk, Germiyan) birêveçû ku karîn li qonaxa 12 ê amadehî bi point û konimreyên bilind li ser asta Herêma Kurdistanê bi dest bînin.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Me hewl daye bibîn pireke bi hêz ya welatên alîkarbexş û kesên xwedî kar heta ku çînên civaka me sûdmendbin.
Di destpêka rêwresmê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi xêrhatineke germ li amadebûyan kir û ragihand: Bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û sermayedaran û Heyva Sora Îmaratî û xêrxwazan li kûrahiya dilê xwe ve pîrozbahiyê li xwendekarên ezîz û malbatên wan yê birêz dikîn. Me xweşhal kirin û hûn jî herdem serkeftî û bextewerbin. Herdem Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl daye xwe bi xizmetkarê mirovayetiyê bizanê û zaniye û berdewam xwestiye bibê pireke bi hêz ya welatên alîkarbexş û kesên karsaz bê heta ku çînên civaka me sûdmendbin. Em şanaziyê bi wê yekê dikîn herdem karên me li warên cûda cûda de bûye, bi taybetî jî warê perwerdeyî û tendirûstî ku herdem pêşketina civakê li vê rêyê ve tê encamdan. Berdewam mirovan pêwîstî bi van du warên girîng heye. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her wiha ragihand: Projeya Çavdêriya Azîzan ji niha de zêdetirê 16 hezar zarokên ezîz ji vê projeyê da sûdmendbin bi bê cûdahî xizmeta hemû malbatan kiriye ku cûreyek ji cûreyan bavê xwe ji destdane û pêwîstiya wan bi penagehek heye haydarî wan bê, ev dezgeh bavê wê çînê dibê û cihê nebûna bavê wan bê pir dike. Li vê projeyê da li sala 2011 heta ku niha zêdetirê 58 milyon dolar hevkariya neqdî pêşkêşî wan ezîzên xweşdivî hatiye kirin ku li van projeyan da beşdarin. Sozê bi van ezîzên serkeftiyan didîn bi heman awayê rabirdû li gel wan dibîn û piştevana wan dibîn heta ku bi tevahî qonaxên xwendinê temam dikin û dibine xwediyê pîşeyeke taybet bi xwe.

Konsolê Giştî yê Îmarat: Pîrozbahiyê li wan 26 xwendekarên ezîz dikîn û hêvîdarîn bibin miroveke mezinê civakê
Li rêwresmek da birêz (Ehmed Elzahîrî) Konsolê Giştî yê Îmarat gotarek pêşkêş kir û ragihand: Li destpêkê de pîrozbahiyeke germ li ezîzan û malbatên wan dikîn û gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ku hemahengiyeke bihêz li gel Heyva Sora Îmaratî da heye li bi cîhkirina vê projeyê da û li vir da spas û pîrozbahiyê pêşkêşî wan dikîn. Ev proje serkeftî bûye û bi hêviya xwedê li paşerojê de li gel vê dezgeha birêz berdewam dibîn û serkeftinên mezintir tomar dikîn. Her wiha armanca meye li paşerojê de li warê kar piştî derbaskirina xwendina zanîngehê ji bo van ezîzan dabîn bikîn bi hevkarî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Her wiha dibînîn ku çawa Serok Mesûd Barzanî û birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam li helkeftên girîng da baldikşînin li ser çîna ezîzan û her wiha li gel vê yekê da jî ew xizmetên dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê encam daye li ber çave û girîngiyê pêdane. Eve ji bo me cihê rêz û pêzanîne ye. Bi hêviya xwedê li paşerojê da li çend projeyeke din da li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warên cûda cûda da encam dide. Li dawiyê de dûbare pîrozbahiyê li wan 26 xwendekarên ezîz dikîn û hêvîdarîn herdem li jiyana xwe de serkeftinê bi dest ve bînin û bibin miroveke mezinê civakê.

Parêzgerê Hewlêrê: Ji bo me rojeke xweş bû ku me dît ezîzên me bi xweragirî û hewl û têkoşînê karîne li proseya xwendinê da serkeftî bin.
Li rêwresma bexşîna diyarî û rêzlênanê bi xwendekarên serkeftî da, birêz (Umêd Xoşnaw) Parêzgerê Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û ragihand: Ji bilî pîrozbahiya li xwendekar û kesukarên wan, hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazîn û hêvî dikîn li salên paşerojê de nimreyên baştir bi dest bînin û bibin bi mînak û stêreke geşa zanistiyê li Herêma Kurdistanê, îro neku ji bo wan, bo me jî rojeke xweş bû ku me dît ezîzên me bi xweragirî û hewl û têkoşînê karîne li proseya xwendinê da serkeftî bin û nimreyên bilind bi dest bînin. Spas ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo van hemû kar û projeyên encam didin bi taybetî projeya ezîzan û çavdêrîkirina wan, her wiha spas ji bo Konsolxaneya Îmaratî û Heyva Sora Îmaratî ku li çarçêweya projeya çavdêriya ezîzan ku taybete bi hevkarîkirina maddî ya zarokên sêwî, bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vê projeyê birêvedibîn.
