Şêxan… Vekirina Mala Girnijînê ji bo zarokên xwediyê pêdivîstiyên taybet

Rêkefta 24.10.2021 bi amadebûna nûnerên rêxistina Karîtas ya Almanî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û yek îdariyên qezaya Şêxan, Mala Girnijînê (xende) ji bo zarokên xwediyê pêdiviyên taybet vekir ku li qonaxa destpêkê de da 25 zarokan li xwe digre.

Ev mal yek ji projeyên dinê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye ku bi hevkarî li gel rêxistina Karîtas ya Almanî û rêxistinên dinên wî welatî hatiye dirustkirin. Ev proje xizmeteke ber bi çav û bandor pêşkêşî xwediyê pêdiviyên taybeta deverê û dewrubera wê dike û dibê derfeteke gelek baş ya dûbare şiyandina xwediyê pêdiviyên taybet yên li nav wargehan de û ji aliyê pîsporan ve xula perwerdeyî û rahênanê ji bo wan tê encamdan.

Li rêwresma vekirinê da, her yek ji berêzan (Serdar Yuksel) û Serdar Şêx Yehya û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gotarek pêşkêş kirin û têda balkişandin li ser girîngiya vekirina vê malê û tîşk xistin li ser xizmetkirina zêdetirê çîna koçberan, bi taybetî xwediyê pêdiviyên taybet ku pêwîstiyeke zêde bi dûbare şiyandin û rahênanê heye ku ji bo dûbare têkilkirina wan bi civakê û xwe guncandinê. Li projeyê de, di destpêkê de 25 zarokên li temenên 6 heta 15 salî werdigrîn û li paşerojê de proje tê berfirehtir kirin. Îdaredana li bin serpereştiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibe.
Her wiha proseya veguhestina zarokên li wargehên Şêxan û Mamreşan bi çar pasan li gel xwendingehên qonaxa amadeyî ya her du wargehan rojane hatin û çûnê wan dikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest