Îro tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mil bi milê tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijulî yarmetîdan û paqijkirina wan malan bûn ku li taxên Zêrîn û Gundê Korî û Gird Cotyar ya li bajarê Hewlêrê bûn. Birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana her sê taxan kir û li nêzîk ve lêkolîna rewşa ziyanberketiyan kir û sozê da li gor şiyanê qerebûya zerermendbûyan bêkirin.
Rêkefta 30.10.2021 ji ber baraneke bi hêz ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê û kombûna aveke zêde, lehî li çend taxên wekî (Zêrîn City û Gird Cotyar û Gundê Korî) dirustbû ku ji ber wê lehiyê sedan malbat mal û halê wan kete di nava metirsiyê û av çû malên wan.
Piştî rûdanê, demildest tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihîştin her sê cihên rûdanê û li nêzîk ve rewşa ziyanberketiyan vekolîn û demildest dest bi dabeşkirina hevkarî û pêdiviyan li ser malbatên ziyan berketiyan kirin.
Her îro rêkefta 31.10.2021 tîmeke berfireh ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rêya tankerên avê dest bi paqijkirina wan malan kirin ku herî û lehiyê ziyanê bi wan gihandibû û beşeke zêdeyê malên wan paqij kirin.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya ziyanberketiyên lehiya Hewlêrê kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest