Girêbesta dirustkirina Kolêja Zanistên Îslamî li Tikrît hate wajokirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Komeleya Hawar Hatina Kuweytî, Kolêja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Tikrîtê li gor girêbesteke hevbeş li gel Zanîngeha Tikrît dirust dikin.
Rêkefta 31.10.2021 şandeke Zanîngeha Tikrît bi Serokayetiya Dr. Mehmud Reuf Serokê Zanîngeha Tikrîtê û Dr. Se’îd Mehmud Yasîn Ragirê Kolêja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Tikrîtê, serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û ji aliyê birêz Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgehê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li hevdîtina di navbera wan da tîşk xistin li ser rewşa koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê li nav wargehan da nîştecihin û çawayiya zêdetir xizmetkirina wan û daxwazên wan hatin nirxandin. Heman demê de li hevdîtinek da wajoya yadaşta taybet bi dirustkirina Projeya Kolêja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Tikrîtê kirin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel Komeleya Hawar Hatina Kuweytî bi cîh dikin.

Previous slide
Next slide
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest