Li Hewlêr… Rêwresma rêzgirtinê li kar û çalakiyên Dezgeha LDS ya Amerikî birêveçû

Dezgeha LDS ya xêrxwaziya Amerîkî wekî rêxistineke navdewletî kar li ser projeyên xizmet bi mirovayetiyê dike. Li sala 2014 wekî rêxistineke xêrxwaziyê hevkar û alîkarbexş bi hevbeş û pêkve li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dest bi karê mirovî kiriye. Di destpêkê de li warê Willcheir û pêdiviyên xwediyê pêdiviyên taybet bû, li gel derbasbûna dem û zêdetirê daxwaz û berfirehiya kar û xwediyê pêdiviyên taybet bi heman awayî rol û pêgeha xwe li wî warî da berfirehtir kirin. Ji bo bilind nirxandina wan xizmet û projeyên li Herêma Kurdistanê da encam dane, rêkefta 28.10.2021 li bajarê Hewlêrê û li Nivîsîngeha Serekiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi amadebûna birêzan Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê û Sasan Ewnî Wezîrê Bajarvanî û Geştuguzar û şanda Dezgeha LDS ya Amerîkî û hejmarek berpirsên hikumî, rêwresmek ji bo rêzlênana wan projeyên Dezgeha LDS li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warên cûda cûda da encam dane birêveçû.

Li destpêka rêwresmê da, xûlekek rawestan ji bo rêzgirtina giyanê pakê şehîdan serwerê wan Barzaniyê Nemir û Kake Îdrîsî herdem sax destpêkir û paşê gotara bixêrhatinê ji aliyê birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê ve hate xwendin ku têda tîşk xistin li ser wan çalakiyên Dezgeha navbihurî li Kurdistanê encam daye û ragihand: Spas ji bo komeleya LDS ya Xêrxwaziya Amerîkî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku di demên derbasbûyî de kar û çalakî û xizmeteke ber bi çav û mezin li bajarê Hewlêrê û koçber û penaberên tixûbê Parêzgeha Hewlêrê kirine. hemahengî û hevkariya wan li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Navenda Qeyranên Parêzgeha Hewlêrê û Wezareta Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji wan sedeman bûye ku serkeftinê li ser beşeke zêdeyê qeyranan bi destxistine. Ji bilî wê yekê piştevanîkirina komeleya navbihurî li nexweşxaneya Korona li Behirkê û hewlên wan ya ji bo serkeftina van projeyan û hevkariya wan ya li rûbirûbûna hişkesalî û lêdana bîrên avê û zalbûna li ser qeyrana kêm avî, yekekê dine ji bîranînên ku herdem bi zîndiyî li bîrdanka me da dimîne.

Paşê ji aliyê Nûnerên Dezgeha LDS ya Xêrxwaziya Amerîkî ve du gotar hatin pêşkêş kirin û tîşk xistin li ser karê xêrxwaziyê û pêkve karkirina bi navê binyadnana xweşguzeranî û jiyaneke aram ya ji bo mirovan bi navê bi destxistina rizamendiya xweda û bexşîna dilovaniya xwedê ji bo mirovan, heman demê de balkişandin li ser wê yekê ku ew şanaziyê bi wê yekê dikin ku li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nêzîkî heft sale pêkve li çend wareke cûda de kar û xizmetê pêşkêşî xelkê xwecihî û koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê dikin ku eve jî cihê dilxweşiya wane û sozê jî dan li paşerojê da projeyên zêdetir bi pêkve encam bidin.

Gotara Nûnerê Dezgehê ji aliyê beşa dûvdaçûn û nirxandinê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve, hurgilî û amarên giştî ya kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya 17 salên karkirinê da û hejmara sûdmend û bexşeran û cûreya sûmendan li kertên cûda cûda de xistinrû.

Paşê ji aliyê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve gotarek hate pêşkêş kirin û tîşk xistin li ser wan kar û çalakiyên hevbeş ya li gel Dezgeha LDS ya Xêrxwaziya Amerîkî li wan çend salên derbasbûyî de encam dane û ji niha û paşerojê de jî berdewam dibin li ser bi cîhkirina projeyên xwe yên bi navê zêdetir xizmetkirina çînên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê, her wiha ragihand: Em wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî şanaziyê bi wê yekê dikîn ku li gel Dezgeha LDS ya Xêrxwaziya Amerîkî pêkve mil bi milê xwe me daye bin xizmeteke berdewam ya bi navê baştirkirin û xweşguzeraniya koçber û penaberan û xelkê xwecihiyê Herêma Kurdistanê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest