Li Hewlêrê hevkariya 500 malbatên ziyanberketiyên lehiyê kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî û hemahengî li gel parêzgeha Hewlêrê û EJCC û Heyva Sora Iraqî, hevkarî û pêdiviyên cûr bi cûr pêşkêşî 500 malbatên ziyanberketiyên lehiyê ya li taxên (Zêrîn, Gundê Korî, Gird Cotyar, Korê û Mela Omer) kirin.
Piştî ku li rêkefta 30.10.2021 ji ber baraneke bi lez û dirustbûna lehiyê, çend taxeke tixûbê parêzgeha Hewlêrê rûbirûyê lehiyê bûn û zerermendbûn. Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û parêzgeha Hewlêrê û aliyên peywendîdar ji bo çareserkirin û bi hanaçûna lêqewimiyan hatine ser hêl.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gor plana Hawar Hatina bi lez, yekser plan û bernameyê ji bo vê rûdana xwezayî dariştin û li rêya 120 karmendan ve dest bi bicîhkirinê kirin û li yekem hengavê da proseya hejmarkirina ziyan berketiyan encamdan, li gel tîmên pizîşkiya meydanî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û dabeşkirina kelupelên destpêkî ya pizîşkî û pêwîst bi hevbeşiya Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê û Heyva Sora Iraqî encamdan, beşek ji wan malbatan ji ber lehiyê mal û halê wan têkçûbû û pêwîstiya wan bi cîhê mayînê hebû, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Parêzgeha Hewlêrê ji bo wan malbatan cihê mayînê peydakirin ku bê mal û hal mabûn. Heman demê de û heman rojê li rêya 5 tankeran avê vexwarinê ji bo malbatên zerermendbûyan dabînkirin û bi mebesta paqijkirina malên zerermendbûyan 15 tankerên avê bi dirêjahiya rojan karê paqijirina wan xaniyan encamdan ku li bin lehiyê mabûn.
Bi navê zû birêveçûna proseya paqijkirina malan li roja din wate 31.10.2021, 30 tankerên avê û 60 karker bi mebesta paqijkirin û şuştina xaniyên ziyanlêketî dest bi karbûn û li gel dabeşkirina ava paqij ya ji bo vexwarinê li rêya 5 tankeran bi dirêjahiya deh rojan berdewam bû.
Beşek ji malbatan ji ber xerapiya rewşa wan, ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve xwarina germ ji bo wan hate dabînkirin ku zêdetirê 70 kes sûdmendbûn, heman demê de kelupelên navmalê û doşek û betanî jî li ser malbatên ziyanberketî da dabeşkirin. Bi giştî malbatên hatin hevkarîkirin ji 500 malbatên pêkhatibû ku dike 2.463 kes.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest