Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina MAIN ya Norwêcî, amêrên bihîstinê pêşkêşî Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê kirin.
Rêkefta 02.11.2021 li çarçêweya kerta tendirustiyê da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina MAIN ya Norwêcî li çarçêweya projeya dabînkirina kelupel û pêdiviyên tendirustiyê ji bo binkeyên tendirustiyên Herêma Kurdistanê û wargehan da, li helmetek da (200) amêrên bihîstinê pêşkêşî Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê kirin.
Li civîneke rojnamevaniyê da bi amadebûna Dr Dilovan Mihemed Birêveberê Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê û Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Nûnerê rêxistina MAIN ya Norwêcî tîşk xistin li ser kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li warên tendirustiyê û dabînkirina pêdiviyên pizîşkî yên ji bo kerta tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê û binkeyên tendirustiyên wargehên penaber û koçberan kirin û balkişandin li ser wê yekê ku hewla berdewamdane bi mebesta dabînkirina pêdiviyên pizîşkî û spasî rêxistina MAIN ya Norwêcî kirin bi dabînkirina kelupel û pêdiviyên pizîşkî ya ji bo kerta tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê û binkeyên tendirustiyên li nava wargehan de.
200 amêrên bihîstinê pêşkêşî Tendirustiya Hewlêrê kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest