Rêkefta 08.07.2021 birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgehê û tîma beşa peywendiyên giştî û ragihandinê pêşwaziyê li birêz Jhon Miller Serokê Rêxistina One Vision International li Herêma Kurdistanê kir.
Li hevdîtina di navbera wan da Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destxweşiyê li Jhon Miller Serokê rêxistina navbihurî kir bi helkefta destpêkirina projeya nû û hêviya serkeftin û berdewamiyê li karên wî û hemahengiya zêdetirê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina One Vision International xwest.
Her li vê hevdîtinê de tîşk xistin li ser wan projeyên di demên derbasbûyî de pêkve ji bo xizmetkirina çînên civakê û koçber û penaberan hatine encamdan û heman demê de behsa dirustkirina xwendingeheke bingehîn ya gundê (Konegund) ya ser bi devera Barzan kirin ku rêxistina navbihurî erkê dirustkirina xwendingehê girtiye stûyê xwe.
Rêxistineke biyanî xwendingeh li gundeke Kurdistanê ava dike
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest