Rêkefta 07.07.2021 li hola werzîşî ya kolêja perwerdeya werzîşî ya zanîngeha Selahedîn li bajarê Hewlêrê, bi helkefta dawî hatina duyemîn projeya dirustkirina pela destkir ya ji bo (100) kesan ku bi hevkarî û hemahengiya dewleta Kuweyt û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî tê bi cîhkirin, bi amadebûna birêzan Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, Dr Omer Elkendirî Konsolê Giştî yê dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê, Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustî, Kwêstan Mihemed Wezîra Kar û Karubarê Civakî û Nûnerê hejmarek ji rêxistinên cîhanî û navxweyî birêveçû.
Li destpêka rêwresmê da xûlekek rawestana ji bo giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpêkir û paşê gotara bixêrhatina mîhvanan hate xwendin û tîşk xistin li ser girîngiya vê projeyê ku çîneke diyarkirî li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê sûdmend dibin û encamdana zêdetir projeyên bi vî awayî bi pêwîstiyeke bi lez hate zanîn.
Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê: Gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Konsolxaneya Dewleta Kuweytê dikîn ku pêkve projeyeke wiha girîng bi cîh dikin.
Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê li gotarek da bi vê helkeftê ve tîşk xiste li ser girîngiya vê projeyê û ragihand: Gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Konsolxaneya Kuweytê dikîn ku pêkve projeyeke wiha girîng bi cîh dikin û li êş û janên van birêzan têdigihin û hewla pirkirina kêmasiyan didin bi navê wê yekê ku dûbare dest bi jiyana xwe ya asayî bikin.
Omer Elkendirî Konsolê Giştî yê Kuweyt: Em şanaziyê dikîn ku li gel birayên xwe yên li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşiyê dikîn
Dr Omer Elkendirî Konsolê Giştî yê Kuweyt li Herêma Kurdistanê gotarekî pêşkêş kir û ragihand: Li rastiyê da gelek xweşhalîn bi amadebûna li vê rewresmê ku têda destkeftên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibînîn û berhemê hevbeşiya di navbera Dezgehê û dewleta Kuweyt û Komeleya Hawar Hatina Kuweytî bi taybetî, li rastiyê da ev helmeta bê wêneye navê (AlKuweyt bicanibkum) ya hilgirtiye li sala 2015 destpêkir û bi destpêşxeriya cenabê xwedê jêrazî Şêx Cabir Ehmed Elcebar Elsubah ku destpêşxeriya pêşkêşkirina hevkariyê li stûyê xwe girt ji bo birayên me yên li Komara Iraqê û kêmkirina êş û janên wan, palnerên wan ya ji bo karê mirovî li vê helmetên cûda bû li ser çendîn kert û yek ji aliyên girîng aliyên tendirustiyê bû ew jî danîna pela destkird bû. Spas ji bo xwedê heta niha me kariye bi hevkariya rêxistinên karê xêrxwaziyê yên li Herêma Kurdistanê û hevkariya Hikumeta Herêma Kurdistanê û asankariya li parêzgeha Hewlêrê çareseriya zêdetir li 887 kesan bikîn. Niha xweşhalîn bi amadebûna birayên me û kurên me piştî wergirtina çareserî û dawî anîna bi danîna pela destkird bi cûreyek vegerênîn jiyana xwe ya taybetî bikin aliyeke dirust kirina civakê, ev helmet jî armanca wê pêkhatibû ji dirustkirina mirov û binyadnan û bi hevkariya xwedayê mezin serkeftineke bêpayan bi dest ve anî.
Ev helmet jî serkeftî nedibû bi bêyî hewla birayên me yên li Herêma Kurdistanê çi aliyên hikumetê li parêzgehan û bi taybetî birayên me yên li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku şanaziyê bi hevbeşiyê dikin li gel we ku aliyê karê xêrxwazî ya cûr bi cûr bû li gel wan û li rastî da rijd bûn li ser diyarxistina vê helmetê bi awayeke xweşik.
Hêviya serkeftin û serfiraziyê ji bo hemûyan dikîn li gel zêdetir li serkeftinê, dewleta Kuweyt sozê dide berdewam yarmetî û hevkariyê pêşkêş bike bi wê yekê ku dikarê li kêmkirina nexweşiya birayên me li koçber û penaber û ewên li Herêma Kurdistanê ne û li hemû parêzgehên Iraqê ne.
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Li vê projeyê da bi bê cûdahî li parêzgehên Kurdistan û Iraq sûdmendbûne û hêvîdarîn bibîn cihê baweriya hemû aliyek
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêşkir û balkişand li ser wê yekê: Gelek spasî bêpayan li dewleta Kuweyt û Konsolxaneya dewleta Kuweyt li Herêma Kurdistanê dikîn ku berdewam destpêşxeriyeke gelek baş buye ku me kariye li gel cenabê wan peywendiyeke gelek baş li gel welatên Kuweyt û dewruber dirust bikîn, rêxistinên dewleta Kuweytê roleke ber bi çav li hevkarîkirina koçber û penaberan de heye.
Vê projeyê cara duyeme pêkve encam didîn, birastî bandoreke gelek mezin heye û ez piştrastim hîç kesek ji me hindî sûmendbuyan nirxê vê projeyê nizanin, ev proje zêdetirê 296 hezar dolarên Amerîkî têçuye û bandoreke gelek baş hebuye, li vê projeyê da bi bê cûdahî li parêzgehên Kurdistan û Iraqê sûdmendbûne û hêvîdarîn bibîn cihê baweriya hemû aliyek.
Xanima Kwêstan Mihemed Wezîra Kar û Karubarê Civakî: Spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn berdewam roleke mezin bi xizmetkirina çînên civakê de dîtine.
Xanima Kwêstan Mihemed Wezîra Kar û Karubarê Civakî gotarek pêşkêşkir û balkişand li ser wê yekê pîrozbahiyê li van birêzan dikîn ku li projeyeke wiha girîng da pela destkird ji bo wan dirustkirine, ev birêz dikarin rola xwe li dam û dezgehên hikumetê da bibînin, her wiha şiyanên xwe ji bo gihîştina xewn û hêviyên xwe bikarbînin, em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê sozê didîn kêmasiyê nakîn li xizmetkirina kêmendaman û hevkarîkirina wan, xwe bi parêzerê maf û îmtiyazatên wan dizanîn. Li dawiyê de gelek bi germî spasî dewleta Kuweytê dikîn ku çendîn care destê alîkariyê ji bo kêmendaman û xwediyê pêdiviyên taybet dirêj dikin. Her wiha gelek spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn berdewam roleke mezin bi xizmetkirina çînên civakê bi kêmendaman ve jî dîtine.
Rêwresmê bi çend nimayişeke werzîşî û şano û helperkê û dabeşkirina diyariyê bi dawî hat.