Yekemîn festîvala werzîşiya qad û meydanan ji bo zarokên koçber û penaberan hate rêkxistin

Bi helkefta roja cîhaniya zarokan Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekemîn festîvala werzîşiya qad û meydanan ji bo zarokên koçber û penaberan li Yarîgeha Franso Herîrî ya li Hewlêrê rêkxist.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herdem bîranîn û helkeftan bilind radigrê û wekî rêkxistineke navdewletî çalakiyên taybet li helkeftên cûda cûda de ji bo dilxweş kirin û rêzlênana çînên cûdayên li nava civaka navxweyî û koçber û penaberan rêkdixe.
Li rêkefta 02/06/2022 yekemîn care li ser asta Iraqê li Hewlêra paytext li Yarîgeha Franso Herîrî yekemîn festîvala qad û meydanan ji bo zarokên koçber û penaberan bi beşdariya hemû wargehên Kurdistanê birêveçû û merasîmeke taybet ya bi amadebûna birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêr û birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û her yek ji birêzan Re’ed Hemudî Serokê Lîjneya Olompiya Iraqî û Dr Talîb Feysel Serokê Yêkîtiya Navendî ya yarîyên qad û meydanî û Dr Welîd Areb Serokê Yaneya Werzîşî Hewlêr û Dr Şakir Simo Birêveberê Giştiyê Werzîşî her wiha nûneranî çendîn kompanyayan hate rêkxistin.
Paşê her yek ji wan birêzan gotarên taybet pêşkêş kirin û paşê çalakiya festîvalê destpêkir hatina jûr ya girseya beşdarbûyan hemû zarokên koçber û penaberên ku li wargehên Herêma Kurdistanê nîştecîhin. Her yek ji wan bi navê wargehên xwe beşdariyê kirin li yekemîn festîvala werzîşiya qad û meydanan ya ji bo zarokan û pêşbirkêya tîman destpêkir, li dawiya festîvalê xelat li ser serkeftiyan hate dabeş kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest