Dilxweşkirina 110 zarokên azîz

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel xwendingeha Lîza ya bingehîn ya nehikumî roja cîhanî ya zarokan bilind radigrin.
Wekî nerîteke salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li roja cîhanî ya zarokan çendîn rêwresmên taybet rêkdixe ji bo dilxweşkirina zarokên azîz û zarokên koçber û penaberên li nava wargehan.
Li vê çarçêweyê da û li rêkefta 01/06/2022 ku roja cîhanî ya zarokane, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel xwendingeha Lîza ya bingehîna nehikumî çendîn xelatên cûr bi cûr li ser 110 zarokên azîz dabeşkir.
Dezgeha Xêrxwazî Barzanî li çendîn kertan ve girîngiyê dide bi zarokan û hewla dabînkirina pêdiviyên wan dide, li gor kertên karkirinê, wekî kertên perwerde û serpereştîkirina zarokên azîz, her wiha li helkeftên cûda cûda rêwresmên taybet ji bo dilxweşkirina zarokan rêkdixe, û li bîhnvedana havînê de çendîn xulên fêrbûnê vedike, bi vî awayî hevkariya zarokên azîz û zarokên wargehên koçber û penaberan têkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest