Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya zarokan festîvaleke taybet rêkxist û diyarî li ser zarokên azîzan (sêwî) dabeş kir.
Rêkefta 01/06 ku hevdeme li gel roja cîhanî ya zarokan dehan festîval û rêwresmên taybet têne encamdan û têda ev roj bilind tê ragirtin bi navê dilxweşkirina zarokan û li ser birina demeke xweş.
Bi vê helkeftê ve Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane bi çendîn awayî vê rojê bilind radigrê û festîvalên taybet rêkdixe. Her li çarçêweya dilxweşkirina zarokan, nivîsîngeha Silêmanî ya ser bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, festîvalek ji bo 100 zarokên azîz li bajarê Silêmanî rêkxist.
Li vê festîfalê de çendîn çalakiyên cûr bi cûr hatin encamdan wekî: Dabeşkirina diyariyên cûr bi cûr û pêşkêşkirina rêkarên tendirustiyê û encamdana pişkinîna didan û paşê xwarinên cûr bi cûr pêşkêş kirin.
Rêkxistina festîvalek li roja cîhanî ya zarokan
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest