Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya pêşangeha Zanîngeha Kurdistanê kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya pêşangeha Zanîngeha Kurdistan – Hewlêrê dike ku ji bo rexsandina hela kar û derfeta fêrkirin û zêdekirina şiyanên wan tê dayîn.
Li çarçêweya peywendiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi rêxistin û damezrawên hikumî û navendên xwendinê, salane beşdariya çendîn kor û korbend û pêşangehên cûr bi cûr dike, mebesta vê beşdarîkirinê nasandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye bi çînên civakê û dirustkirina peywendiyeke bi hêz li gel pêgehên cûda.
Li rêkefta (29/05/2022) Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdarî li pêşangeha Zanîngeha Kurdistan li Hewlêrê kir ku bi mebesta nasandina dezgehê û nîşandana helên kar û nasandina beşdarbûyan bi karên xwebexşî û hebûna meşqên pîşeyî yên havînê ji bo xwendekar û derçûyên Zanîngeha Kurdistan – Hewlêr.
Li vê pêşangehê de zêdetirê 30 kompanya û kertên giştî û kompanyayên taybet beşdarî kirin û têda ewên li pey kar digerin serdanê kirin û derfeta meşqpêkirin û bilindkirina şiyanên wan hate rexsandin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku îdareya dehan wargehên koçber û penaberan dike, çendîn navendên civakî û pîşeyî heye û li nav wan de xulên bihêzkirina ziman û ber bi pêşvebirina şiyan û behreyên wan dixe rû û ji bo çînên cûda yên li nav civakê û koçber û penaberan û xelkê navxweyî, û salane sedan kes sudmend dibin û derfetên karkirin û peydakirina debara jiyanê ji bo wan tê rexsandin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest