Wilçêr ji bo 43 xwediyê pêdiviyên taybet hate dabînkirin.

Yek ji kertên girîngên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêşkirina xizmetguzariyên cûr bi cûr bi xwediyê pêdiviyên taybete, ev xizmetguzarî jî çendîn aliyan li xwe digre wekî: Pêşkêşkirina (Willchair, rêrewe, kursiyên avdestê û çarpêçke) hwd..
Her wiha vekirina xulên hişyarkirinê û xulên meşq pêkirina pîşeyî ya ji bo fêrkirina pîşeyek ya sud wergirtina li debara jiyana wan. Zêdetirê van projeyan jî bi hevkarî li gel rêxistina LDS ya xêrxwaziya Amerîkî birêve diçe.
Li çarçêweya van projeyan jî ku taybetin bi xwediyê pêdiviyên taybet, bi navê baştirkirina rewşa jiyan û debara xwediyê pêdiviyên li Herêma Kurdistanê li rêkefta 31/05/2022 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi sponserî li gel rêxistina xêrxwaziya LDS ya Amerîkî, bi dabeşkirina pêdiviyên taybet li ser 43 kesên ji xwediyê pêdiviyên taybet yên li Herîrê.
Ew pêdiviyên ku li ser wan de hate dabeşkirin pêkhatibûn ji (Willchair, rêrew, çarpêçke û kursiyên avdestê) her wiha çendîn rêkarên taybet pêşkêş kirin ku taybet bûn bi xweparêziya berevaniya êş û nehametiyan.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest