Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya civîna Global Policy Dialogue ya cîhanî kir

Li rêkefta 25.05.2022 Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Ewrupa (Awat Mistefa) beşdariya semînereke taybet bi geşkirina aboriya cîhanî kir ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve ji bo şareza û aborînas û lêkolîner û rêxistinên nehikumiyên endamê ECOSOC hatibû rêkxistin.
Li vê civînê de çendîn şareza û pîspor li Brazîl, Japon, Lubnan û Efrîka bi lêkolîneke cûda li ser geşkirina aboriya cîhanî ya piştî Koronayê beşdarbûn.
Her li vê civînê de yek ji pirsiyarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku pêşkêşî panelîstên xwe kiribû beşek ji guftûgoya civînê de ku têda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî daxwaz kir plan û siyaseta banka cîhanî, rêkxistina sindoqî ya navdewletî û ajansên Neteweyên Yekgirtî ji bo rûbirubuna hejarî û giranî û kêmiya xorekê li nav welatên hejar da bê rûnkirin û çawa û li ser çi bingehek ev welatan têne hevkarî kirin?
Hêjayî gotinêye têbînî û rênimayiyên van civînan bilind dikin ji bo Korbenda Aboriya Cîhanî ya ji bo nirxandina zêdetir û avêtina hengavên zêdetir. Diyare ev hevdîtin û civîn li çarçêweya geşandina aboriya cîhanî û rûbirubuna rewşa niha ya cîhanê têne rêkxistin ji bo dariştina plana armancên geşepêdana berdewam ya sala 203

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest