Çaremîn Wargeha Pêşxistina Mirovan bi dawî hat

Dr Adil Baxewan: Herêma Kurdistanê axa neteweyane û axa pêkvejiyanê ye.
Birêz Bextiyar Ehmed: Ev wargeh li cîheke taybet hatiye vekirin ku cûdaye ji cihên dinên van cûre kor û kombunan.
Birêz Xefur Ehmed Mela Siwarî: Nerîtî pêkvejiyan û rêzgirtin li jin û jîngeparêziyê her li serdema Şêx Abdulselam Barzanî ve hebûye.
Birêz Musa Ehmed: Dergehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vekirîne ji bo wergirtina her cûre bîrokeyek ku xizmeta pêkvejiyan û aştevayiyê bike.

Bi mebesta pêşxistina şiyana karmendan û berev pêşve çuna wan ya li warê pîşeyî û behreyên wan, salane Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wargehek taybet vedike û têda dehan kes beşdarî vê wargehê dibin, her li vê çarçêweyê da wargeha çaremîn pêşxistina mirovan hatiye vekirin li rêkefta 11.05.2022 heta 16.05.2022 û têda 60 kes beşdarî kirin.
Çaremîn wargeh cûda bû ji wargehên dinê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi wê yekê ku beşdarbû li rêxistinên hemû Iraqê têda beşdar kiribûn, li çarçêweya projeyeke taybet bi navê (pêkvejiyan û aştevayî) ku projeyeke hevbeşî ya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Geşepêdana Medeniyet û Navenda Fransî ya Lêkolînan li Iraqê bû. Ev wargeh hefteyekî berdewam kir û 60 kes têda beşdariyê kirin li her dû regez û li ol û netewe û zimanên cûda li Iraq û Herêma Kurdistanê beşdarbûn.

Li rêkefta 16.05.2022 dawî bi vê wargehê hat li rêwresmeke taybet da xelat li ser beşdarbûyan hate dabeş kirin. Di destpêka merasîmê bi gotara birêz Rizgar Obêd destpêkir û behsa wargehê kir û tîşk xiste li ser girîngiya vê wargehê. Paşê birêz Dr Adil Baxewan Birêveberê Navenda Fransî li Iraqê destpêkir ku têda behsa rola van cûra wargehan kir ji bo aramî û belavkirina ruhê pêkvejiyanê li navbera pêkhatên Iraqê bi giştî û netewe û olan bi taybetî û rêzdar ragihand:Li vê hefteyê da me karî zêdetirîn pêkhatên Iraqê kombikîn û ewên li virin zêdetir li qewmiyetekin û olekin û qewmên weku Kurd û Ereb û olên cûda yên wekî Misilman û Mesîhî û Kakeyiyan û xwezî me karibûya cihûyan ji bo beşdarîkirina vê wargehê peyda kiribûya. Her wiha got: Axa Herêma Kurdistanê axa neteweyane û axa pêkvejiyane û çendîn ziman têda heye. Wê rojê bi zimanên cûda pirsiyar li min dihate kirin. Her wiha rêzdar behsa ewe kir ku dema vegerana wan ya bajarên wan yên cûda cûda ji bîr nekin belkû bîguncênin li gel hevdû û bi taybetî her kes ji we vedigerê bajarê xwe û girîngiyê bi pêkvejiyanê bide. Li dawiya gotarê da behsa qonaxa duyema vê projeyê kir ku 20 kesan dişînin welatê Fransa.

Paşê birêz Bextiyar Ehmed Birêveberê Rêxistina Geşepêdana Medeniyet û gotarek pêşkêş kir piştî bi xêrhatina mîhvanan got: Ev wargeh li cîheke taybet hatiye vekirin û cûdaye ji wan semînerên ku li hotêlên pênç stêran tê encamdan, lê belê ewê niha nehatiye encamdan, rêzdar bala wê yekê kir ku îro roja rêkefta gorên bi komane li Iraq, ku çi diviya welatê me geşepêdan û pêkve jiyanê da bûya û paşê rêzdar balkişand li ser êş û nehametiyan û balkişand li ser çend mînakek û got: Mixabin heta niha gorên bi komên enfalan û piştî Da’îş Iraq pir bûye bi gorên bi koman taybet bi Sunne û Şîe û Mesîhiyan, ji bo wê yekê pêwîste vê şêwazê bigorîn bo ku bi aştevayî de bijîn.

Paşê birêz Xefur Ehmed Mela Siwarî Qaymeqamê Mêrgesorê gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya navçeyê kir li ruyê rêzgirtina li jin û parastina jîngehê û nêçîrnekirina ajelan. Ev nerîte her li serdema Şêx Abdulselam Barzanî hebu û roleke xwe ya girîng hebû li pêkvejiyan û rêzgirtina li neteweyên din. Li aliyeke din ve amadehiya yek ji kargêriyan pêşanda bo her cûrek ji van çalakiyan û rola wan ya li pêşxistina civakê bi giştî paşê spasî amadebûyan kir.

Paşê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û li destpêkê de bixêrhatina mîhvanan kir û spasî her yek ji birêzan Dr Adil Baxewan û birêz Bextiyar Ehmed û birêz Xefur Ehmed kir û her wiha spasî yekîneyên îdariyan kir ji bo hêsankariya bi encamdana vê wargehê.
Rêzdar pesnê beşdarbûyan ya li vê wargehê kir û behsa wê rola girîng kir ku pêwîste bibînin ku paşerojê de vedigerin bajarên xwe. Ji aliyeke din ve rêzdar spasî pêdana vê bîrokeyan kir û amadehiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nîşan da û rêzdar got: Dergeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vekiriye ji bo wergirtina her cûrek bîrokeyên bi vî awayî ku xizmeta pêkvejiyan û aştevayî dike li nav civaka Herêma Kurdistan û Iraqê de, li dawiyê da rêzdar destxweşiyê li Birêveberê Wargehê û karmendên kargêriya wargehê kir.
Piştî wê nimayîşa şanogeriyek kir li ser pêkvejiyan û aştevayî û qebulkirina beramber û li dawiyê de bawernameya beşdarbûnê li ser beşdarbûyan dabeşkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest