Ziyaretkarên rêwresma matemêniya Çileya Îmam Husên ji bo yekem car li derbasgeha Hacî Omeran û li rêya Herêma Kurdistanê ve serdana Necef û Kerbelayê dikin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çalakiyeke têr û tije de bi pêşwaziyeke germ û dabînkirina cihên mayînê û xwarin û vexwarina wan ya li Hewlêr û li Parka Şehîd Samî Abdulrehman hêsankariyê ji bo sefera ziyaretkaran dike.
Her li dirêjahiya hatina ziyaretkaran ya Hewlêrê roja înê rêkefta 09.09.2022 zêdetirê 6.500 ziyaretkar gihîştine cihê mayina wan ya li Parka Şehîd Samî Abdulrehman û heta demjimêr 3 yê piştî nîvro zêdetirê 1.600 ziyaretkar ji bo bajarê Bexdayê hatin birêkirin.
Rêkefta 09.09.2022 heta demjimêr 6ê êvarî 178 zilam û 29 jin çareseriya pizîşkiyê wergirtine. Di dema (06.09.2022 heta 09.09.2022) 1.450 danên xwarinê ji bo nîvro û êvariya karmendên îdarî û tendirustî û rêxistin û asayîş û pasevan û xizmetguzariyan hatiye amade kirin. Her wiha tenê li roja 09.09.2022 zêdetirê 400 karton av hatine dabeş kirin.
Her sipêdehiya roja şemiyê rêkefta 10.09.2022 heta niha zêdetirê 5.500 ziyaretkar bi cihên mayina wan ya li Parka Şehîd Samî Abdulrehman gihîştine




















