Nûjen kirina 50 xwendingehên li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û radestkirina wan bi Birêveberiya Giştiya Perwerdeya Silêmaniyê li rêwresmek da bi dawî hat.
Bi amadebûna birêzan Sîrwe Mistefa Berpirsa Nivîsîngeha Silêmanî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Dr Heval Ebûbekir Parêzgerê Silêmanî û hejmarek berpirsên îdarî û perwerdeyî rêkefta 08.09.2022 li xwendingeheke taxa Xebat rêwresma dawî hatina nûjen kirina 50 xwendingehên li tixûbê Silêmaniyê û radestkirina wan bi Birêveberiya Giştiya Perwerdeya Silêmanî birêveçû.
Di destpêkê de Dr Heval Ebûbekir Parêzgerê Silêmaniyê li gotarek da spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û girîngîdana li warê perwerdeyê kir û her li vî derbarî de got: “Çêkirin û nûjen kirin û pêşxistina avahiya her xwendingeheke li tixûbê parêzgerê Silêmaniyê ku bi spasiyê ve li ser erkê xwe zêdetirê li 10 hezar dolar ji bo wan terxan kir. Bi hemahengiya li gel Birêveberiya Giştiya Perwerdeya Silêmanî û Îdareya Xwendingehan buye, niha jî li xwendingeha (Rêzey)a bineretî li taxa Xebat dawiya bi hemû projeyê tînin ku eve hêma û senboleke ji bo dawiya wan hemû 50 xwendingehê ku nûjen kirine, her ji bo wê yekê bi navê parêzgeha Silêmanî ve spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî derdibrîn bo vê destpêşxeriyê û spasî hemû aliyên peywendîdar dikîn”. Bi pêwîst jî zanî “rêxistina navdewletî û lokalî kêbirkê û karên xwe yên li vî warî da hebê ku zêdetirîn pêkhateya civakê ye ku sûd jê bibînin”.
Paşê birêz Sîrwe Mistefa Berpirsê Nivîsîngeha Silêmaniya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û ji bilî rêzgirtina li parêzgerê Silêmanî û hemahengiyên Birêveberiya Perwerdeya Silêmanî balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li projeyeke nû da nûjenkirina 200 xwendingehan li xwe girtiye ku ev projeya Herêma Kurdistanê û derveya herêmê û Mûsilê jî li xwe girtiye. Heman demê de got: “Îro nûjenkirina 50 xwendingehên li tixûbê Nivîsîngeha Silêmanî dawî hatiye û radestî birêz Birêveberiya Perwerdeya Silêmanî dikîn. Li projeyên din jî wekî wîlçeyr ji bo xwediyê pêdiviyên taybet û projeya zarok û azîzan û gelek projeyên din berdewam dibîn. Lê belê perwerde yek ji kertê girîngên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û li vî projeyê da 1.100 destî kar û 17.570 xwendekar sûdmend bûn”.