Birêveberiya Giştî ya Perwerdeya Hewlêrê li civîneke rojnamevaniyê de bi amadebûna birêzan Îbrahîm Şêx Alle Qaymeqamê Şeqlawe û Seîd Şêx Reqîb Yarîdederê Birêveberê Perwerdeya Giştî ya Hewlêrê, Karwan Kerîmxan Birêveberê Nahiya Herîr û Birêveberên Perwerde û Birêveberên xwendingehan û Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li roja sêşema rêkefta 20.09.2022 li nav avahiya xwendingeha Gulek ya li gundê Gulek ya ser bi nahiya Herîrê bi dawî hat.
Di destpêka rêwresmê de gotara pêşkêşkarê rêwresmê birêz Mihemed Ferhad Karmendê peywendiyên giştî û ragihandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destpêkir û paşê her yek ji birêzan Îbrahîm Şêx Alle Qaymeqamê Şeqlawe û Seîd Şêx Reqîb Yarîdederê Birêveberê Perwerdeya Giştî ya Hewlêrê gotarên xwe pêşkêş kirin û rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li xizmetkirina kerta perwerdeyê de bilind nirxand.
Projeya nûjenkirina 50 xwendingehan li tixûbê parêzgeha Hewlêrê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û radestkirina wan ji aliyê Rewşt Hemîd Emîn Cîgirê Berpirsê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gotarek da kurte behsek li ser pêşîneya çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li 17 sala derbasbûyî de û girîngîdana bi kerta perwerde û fêrkariyê got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li projeyeke nû da nûjenkirina 200 xwendingehan li stûyê xwe girt, ku 50 xwendingehên li tixûbê parêzgeha Hewlêrê bû”. Di derbarê bi destnîşankirina xwendingehên ji bo nûjen kirina wan got: “Zêdetirê 30 xwendingehên li derveyê navenda bajarê Hewlêrê hatin nûjenkirin, zêdetir jî ew xwendingeh hatine destnîşan kirin ku dûredestin û rêya hatin û çûna wan dijwar bûye”. Ewe jî xiste rû ku li wê projeyê de 15.617 xwendekar û 1.499 mamosta û fermanber sûdmend bûn. Her wiha hela kar ji bo 799 hosta û karkeran rexsaye.
Paşê birêz Mamosta Ferhan Sofî stranek bi navê “spasguzariyê” pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û amadebuyan kir. Li strana xwe de bi germî spasî girîngîdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi perwerde û xwendingeh û zanîngehan kir.
Paşê pêşkêşkarê rêwresmê daxwaz ji birêzan Seîd Şêx Reqîb Yarîdederê Birêveberê Perwerdeya Giştî ya Hewlêrê û Rewşt Hemîd Emîn Cîgirê Berpirsê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir, dawî hatina nûjenkirin û radestkirina 50 xwendingehên li tixûbê parêzgeha Hewlêrê îmza bikin. Paşê hejmarek ji birêveberên xwendingehan ni nivîskî spasnameyên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.
Dawiya rêwresmê de pêşangeheke wêne û tabloyên xwendingehên tixûbê parêzgeha Hewlêrê li pêş nûjenkirin û piştî nûjenkirinê bûn ku li nav xwendingeha Gulek hatin pêşandan.