Vegerandina xwendekaran ji navendên Otîzmê ji bo xwendingehên asayî

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî herdem li kerta perwerde û geşepêdanê da girîngiyeke zêde bi xwendekaran bi giştî û tûşbûyên Otîzmê bi taybetî daye, keşêkî perwerdeyî guncaw ji bo wan rexsandiye, bo ku bi bingehên serekiyên zanist û perwerdeyê bêne naskirin û sûd jê bibînin.

Vegerandina 6 xwendekaran ji Navenda Otîzm ya Îmaratî bo xwendingehên asayî
Roja dûşem rêkefta 12.09.2022 ahenga derçûna 6 xwendekaran hate encam dan, ev xwendekar piştî derçûna wan ya ji vê navendê, ber bi xwendingehê ve têne şandin wekî her xwendekareke asayî berdewamiyê bi xwendin û fêrbûnê didin.
Li Navenda Otîzm bi sîstemeke navdewletî û pişt bestina bi rêkarên perwerdeya taybet, dehan xwendekar fêrî waneyan têne kirin. Mamosta û xwebexşên pîspor rojane û bi du dewamên sipêdê û êvaran karê fêrkariyê dikin, ew xizmetguzariyên ku pêşkêşî xwendekaran têne kirin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi tevahî li stûyê xwe girtiye û erkê îdare û birêvebirina navendê jî li stûyan bi xwe ye.

Li Navenda Otîzmê 30 mamosta û 80 xwendekar dewam dikin
Dewama mamostayan û xwendekaran du beşe û bi ser dewama sipêdê û êvaran da têne dabeş kirin. Sipêdehiyan 59 xwendekar û êvaran 21 xwendekar û bi giştî 80 xwendekar li Navenda Otîzm ya Îmaratî dewamê dikin.
Her zarokeke li navbera 80 heta 135 demjimêr waneyan werdigrin û bi awayeke zanistî û taybet karê fêrkariyê ji bo wan têne kirin, ji bilî li mûçeya mehaneya serpereştiyaran û kirêya îdarî li salek da her zarokek 7.000 dolar têçûya xwe heye.
Sala 2021 çar zarok vegeriyane xwendingehên asayî, ew xwendekarên ku têne têkilî kirin ji aliyê Navenda Otîzmê ve têne çavdêrî kirin. Sala 2022 şeş zarok vegeriyane xwendingehên asayî û 9 zarok jî li vegerana wan ya xwendingehên asayî nêzîk bûne.
Ji niha de 519 zarok navê xwe tomar kirine û çaverêya wergirtina xwe ya li dewama sipêdehiyan dikin, 39 zarok jî çaverêya wergirtina xwe ya li dewama êvaran dikin.

Berfirehkirina navendê gelek pêwîste
Navenda Otîzma Îmaratî li rêwresmek da rêkefta 26.05.2021 li bajarê Hewlêrê hatiye vekirin û ji bo pêşkêş kirina xizmetguzariyê bi wan zarokên tûşbûyê Otîzmê ne bo ku çareseriyeke guncaw werbigrin û dûbare vegerine nava civakê û jiyaneke xwe ya asayî hebê. Ew rêwresma bi amadebûna her yek ji birêzan Kwêstan Ehmed Wezîrê Kar û Karubarê Civakî, Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Mihemed Elfelahî Serokê Giştî yê Desteya Heyva Sora Îmaratî Ehmed Elzahîrî Konsolê Giştî yê dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê birêveçû.
Navenda Otîzma Îmaratî bi hevbeşiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Konsolê Giştî yê dewleta Îmarat li Herêma Kurdistanê hatiye dirust kirin. Hêjayî gotinêye ji ber sedema ku heta niha 558 zarokên tûşbûyê Otîzmê her li vê navendê de navê xwe tomar kirine û çaverêya wergirtina xwe dikin, her wiha ji ber wê rêjekeşiya bilind dibê, gelek pêwîste navend berfihtir û hejmara rahêneran bê zêdetir kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest