Ciluberg û keresteyên xwaringeha navmalê li wargehên Herêma Kurdistanê da dabeşkirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberên Iraqê, rêkefta 11/01/2023 486 karton keresteyên xwaringeha navmalê û ciluberg li ser nîştecihên wargeha Dawidiye ya li tixûbê parêzgeha Dihokê dabeş kir. Li vê çalakiyê de 486 malbat sûdmend bûn.
Her li çalakiyeke wekî wê da rêkefta 09/01/2023 2.564 karton keresteyên xwaringeha navmalê û ciluberg li ser nîştecihên wargeha Şarya ya li tixûbê parêzgeha Dihokê dabeş kirin. Li vê çalakiyê da jî 2.564 malbat sûdmend bûn.
Li dirêjahiya wan zîncîre çalakiyan da rêkefta 12/01/2023 li 2 wargehên Şêxan û Îsyan û Cem Mişko, her wiha rêkefta 15/01/2023 li wargeha Şarya û rêkefta 16/01/2023 li wargeha Xankê, heman hevkarî li ser nîştecihên wargehan da hatin dabeşkirin. Li vê projeyê de hemû nîştecihên wargehan sûdmend bûn.
Ev hevkarî piştî ewe tê ku li dawiya sala derbasbûyî de (2022), Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir, paşê şandeke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo guftûgoyên zêdetir di derbarê jiyan û rewşa koçber û penaberan li wargehên Herêma Kurdistanê da, serdana Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest