Nexweşxaneya Nanekelî spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Şanda Nexweşxaneya Nanekelî ji bo nexweşiyên Şêrpence ku pêkhatibûn ji D. Dîlan Remzî Pîrdawid Birêveberê Nexweşxaneya Nanekelî, Kirmanc Mihemed Omer Birêveberê Kargêrî, Seyid Celal Mehmûd Serokê Perestaran, Senye Osman Birêvebera Jimêryarî û Abdulbarî Mihemed Şefî Berpirsê Kogeha Nexweşxaneya Nanekelî, roja pênçşema rêkefta 19.01.2023 serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) kirin.
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi germî pêşwaziya şanda nexweşxaneya Nanekelî kir. Her li vê hevdîtinê de Serokê şanda mîhvan Dr. Dîlan Remzî Pîrdawid Birêveberê Nexweşxaneya Nanekelî bi fermî spasnameya xwe beranber bi hevkariyên berdewamiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêş kirin.
Li dawiya civînê de her du alî hêviya serkeftinê û berdewambûna hemahengiya hevkariyan xwest.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest