Pêşkêşkirina pirtûkên zanistî, felsefî û dîrokî bi Peymangeha Teknîkî ya Mêrgesorê

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) roja yekşema rêkefta 22.01.2023 çendîn pirtûkên zanistî, felsefî û dîrokî bi pirtûkxaneya Peymangeha Teknîkî ya Mêrgesorê pêşkêş kir.
Hêjayî gotinêye rojên derbasbûyî de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çendîn caran hevkariyên cûr bi cûr pêşkêşî peymangehê û beşa navxweyî ya ser bi peymangehê kiriye.
Ji aliyê xwe ve Ragirê Peymangeha Teknîkî ya Mêrgesorê (Dr Talîb Mihemed Şerîf) spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û hevkariyên berdewamiyên ji bo xwendekaran û warê perwerde û fêrkirinê bilind nirxand.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest