Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li rêya Navenda Rewşenbîrî û Civakiya Nuredîn Zaza li wargeha Kevirgoskê, rêkefta 12.01.2023 xuleke pîşeyî ya li warê rahênana dirûtinê ji bo jinên nava wargehê û ji bo têkilbûna wan ya bi bazara kar vekir.
Li çalakiyeke din da rêkefta 16.01.2023 yek ji mamostayan xuleke xwebexşa fêrkariyê ji bo xwendekarên qonaxa paş navendî li pola (12) ya ji bo babeta pexşan û rêzimanê zimanê Kurdî vekir, bo ku bikaribin li ezmûn û taqîkirinan baştir serkeftî bin.
Roja din wate rêkefta 17.01.2023 xuleke fêrkirina şahiya folklora Kurdî ji bo helkeft û ahengan ji bo lawên wargehê birêveçû. Heman demê de xuleke fêrkirina xwendekarên qonaxa seretayî û paş navendî di derbarê alfabêya zimanê Kurdî û derbirîna wê û derçûna pîtan û hevkarîkirina wan ya li şîrovekirina erkê xwendekaran hate encam dan.