Li Soran (BCF) projeya dabînkririna du milyon ltr neft ji bo xelkê hejar û kêmderamet ragihand

Bi amadebûna birêzan Helgurd Şêx Necîb Serokê Îdareya Serbixweya Soran, Dr Abdulrehman Sidîq Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li Soranê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, roja dûşema rêkefta 30.01.2023 projeya dabînkirina dû milyon lîtir neft ji bo xelkê hejar û kêmderamet hate ragihandin.
Di destpêkê de birêz Helgurd Şêx Necîb Serokê Îdareya Serbixweya Soran, gotarek pêşkêş kir, têda tîşk xiste li ser kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û ji bilî wê yekê bilind nirxandina hawar hatin û xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, spasî xêrxwazên Kurdistanê kir ku li vê demsala zivistan û sermayê de dabînkirina neft ji bo malbatên hejar û kêmderametan, bi hanaya xelkê hatine. tekez jî li wê yekê kir ku proje ji bilî li xizmetkirina xelkê kêmderamet, xizmeta parastina jîngehê jî dike.
Paşê birêz Dr Abdulrehman Sidîq Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê, li peyama xwe da behsa wê yekê kir ku îro li hemû kongreyên cîhaniyan da pirsa jîngehê tê guftûgokirin, ji ber ku hinek welatên pêşketî ku berubûmeke baş heye, lê belê girîngiyê bi jîngehê nedane, jîngeha wan rûbirûyê metirsiyên mezin kiriye. Balkişand li ser wê yekê jî ku li her rêyek ve bê, pêwîste hewla parastina jîngehê bidîn. Li mijareke dinê axaftina xwe de balkişand li ser dijwarbûna demsala zivistana dijwar ya navçeyê kir. Daxwaz ji hikumetê kir bi dabeşkirina sûteminiyê hêsankariyê ji bo welatiyan bike. Rexne jî li birîna darên daristanên li navçeyê girt ku ji niha de bûye diyarde û ziyaneke zêde ji bo daristan û sirûşt û jîngehê heye.
Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê li beşa gotara xwe de, wê çalakiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind nirxand û got: “Ev projeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî li rehendên civakî û mirovî û xizmetkirina xelkê kêm dahat, xizmeta parastina jîngehê jî dike.
Ji aliyê xwe ve birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li gotarek da ji bilî bixêrhatina amadebuyan, balkişand li ser wê yekê ew dabeşkirina nefta ku îro li Îdareya Serbixweya Soran tê kirin, li Parêzgeh û Îdareya Serbixweyên Parêzgehên din jî tê encamdan. Di derbarê çawayî û çendiyatiya projeyê jî eşkere kir: 2،000،000 lîtir nefta spî li ser 20 hezar malbatan da tê dabeş kirin. Li Soran û Hewlêr 600.000 lîtir, her wihali Silêmanî Raperîn û Germiyan 600.000 lîtir, li Helebçe 200.000 lîtir, li Dihok û Zaxo jî 600.000 lîtir nefta spî tê dabeşkirin û her malbatek 100 lîtir nefta spî berdikevê. Eve jî dûpat kir ku ji bo destnîşankirina cihên dabeşkirina neftê rewş û taybetmendiya deverê li ber çav hatiye girtin. Wekî mînak %50ê wê nefta pişka parêzgeha Hewlêre li Soran tê dabeş kirin. Her wiha gundên çiyayî û zivistana sar û jîngehê pêkve girê da ku dabeşkirina sûtemeniyê rêkarêke ji bo parastina jîngeh û nebirîna darên daristanan.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li mijareke dinê peyama xwe de got: “Me ku vê projeyê pêşkêşî cenabê Serok Barzanî kir, bi spasiyeke zêde ve cenabê wan yek milyar û 610 milyon dînar ji bo vê projeye terxan kir. Dîsa dergehê projeyê me bi vekirî hiştiye, bo wam hemû kompanya û xêrxwazan ku bi spasiyê ve herdem wekî çiyayek piştevanê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn, li vê projeyê da bi zêdetirê 500 milyon dînar beşdarî kirine. Hê jî proje berdewame, em bi vê yekê jî ranewestayîn û li rêya Nûnerayetiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li Bexda li gel birêz Wezîrê Nefta Iraqê re jî me axaftiye ku ew bi nirxa hikûmî neftê bi me bidin, bi taybetî ku bernameya me heye, dema projeyê dirêj bikîn, bo ku hejmara sûdmendan zêdetir bin, bi spasiya wan rizamendiya wan derbiriye.
Li beşa dawiya wê rêwresmê da Serokê Îdareya Serbixweya Soran li bersîva peyamnêran da di derbarê bi dabeşkirina nefta hikûmî ji bo welatiyan got: “Ji aliyê Hikumeta Iraqê ve hinek neft hatiye, ku dest bi dabeşkirina wê jî dikin beşek wê valahiya pêdiviya welatiyan pir bikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest