Daxuyaniyek ji bo raya giştî..

Li gel hatina şepoleke serma û befir û baranê, ku seranserê Herêma Kurdistanê li xwe girtiye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî erkeke mirovî salane, li 30.01.2023 da helmeta dabeşkirina (2) milyon lîtir nefta spî bi ser (20،000) bîst hezar malbatên kêmderametên bajar û gundên Kurdistanê ragihand.
Li vir da bi pêwîst dizanîn di destpêkê de spasî yek bi yekê wan kesayetî û kompanyayên birêz bikîn ku piştgîriyeke maddî li (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) kirine ku vê projeyê encam bidîn.
Heman demê de wan hemû nûçe û daxuyaniyên têkderaneyên ku di demên van çend rojan da ji aliyê hinek medyayên ne berpirs ve hatine belavkirin nerast û bi derew dixîn û ji bo derxistina rastiyan jî dilsoz û hevbeşên xwe piştrast dikîn ku wan hemûyan rûbirûyê dadgehê dikîn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwediyê baweriya xelkê bi şerefê Kurdistan û rêxistinên miroviyên navdewletî û cîhaniye, ji bo wê yekê nûçe gote gotên nerast û dûrî li biha û bingehên exlaqiyên mirovayetî û karê medyayî, pêgeha mezina dezgehê li dilê xelk û navendên miroviyên cîhanî naleqîne û heman demê de tîmên (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) jî mikumtir dike ku zêdetir xizmeta xelkê serbilindê Kurdistan û mirovayetiyê bi giştî bike.
Li vir da sozê didîn hevkariyên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştiya mirovdostan û xêrxwazan berdewam dibê, wekî herdem em xwe bi xizmetkarê xelkê Kurdistanê dizanîn û zêdetir xizmeta xelkê Kurdistan û koçber û penaberan dikîn.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest