Daxuyaniyek ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

Hevxemiya xwe ya kûr ji bo ziyanberketiyên û qurbaniyên karesata erdheja li Tirkiye û Sûriye derdibrîn ku şeva derbasbûyî li çendîn navçeyên cûda rûdan. Mixabin ji ber wê karesatê çendîn kes canên xwe ji dest dan û birîndareke zêde heye, ziyaneke zêdeyê malî jî li ber wan ketiye.
Bi vê navê da jî ji bo bi hanaveçûna lêqewimiyan li amadebaşiyeke temamdayîn û me peywendî bi aliyên peywendîdaran kiriye, bo ku bi leztirîn awayî bi hanaya lêqewimiyan ve biçîn û hevkariyên pêwîst bi wan bigihînin, ji bo eve jî em li benda bersîva aliyên peywendîdarîn.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li amadebaşiyeke temamdane ji bo her sedemekê rûdana erdhejê û bi lez bi hanaveçûna ziyanberketiyan.
Em bangewaziyê pêşkêşî hemû xelkê Kurdistanê dikîn ku ji bo hevkarîkirina lêqewimiyan, wekî herdem piştevanê dezgehê bin ji bo gihandina hevkariya lêqewimiyan û beşdarî li kampanyayên gihandinê hevkariyê bi qurbaniyên rûdana erdhejê, wekî berpirsiyariyetiyeke mirovî û canî hevkariya di dema pêşhatan da bikin…

                                         Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî
                                                     06/02/2023 

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest