Piştî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî(BCF) projeya dabînkirina du milyon lîtir neft ji bo xelkê kêmderametên li bajar û gundên Herêma Kurdistanê da ragihand, 250.000 lîtir ji bo tixûbê parêzgeha Helebçeyê hate terxan kirin.
Dabeşkirina neft li tixûbê parêzgeha Helebçe ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li rêkefta 07.02.2023 bi serkeftî bi dawî hat.
Li tixûbê nahiyeyên Xurmal, Biyare, Sîrwan û Bemo zêdetirê 91 gundan neft li ser wan da hate dabeş kirin.
Diyare li vê demsala sermayê de eve pêwîstiyeke baş ya xelkên gûndan pir kiriye. 2.500 malbat bi wergirtina 100 lîtir ji bo her malbatek sûdmend bûn û li vê projeyê de 250.000 lîtir nefta spî li ser wan da hate dabeş kirin, xelkê navçeyê jî destxweşî û pêzanînên xwe ji bo vê hevkariyê hebû, daxwaza berdewambûna hevkariyan jî ji bo tixûbê parêzgeha Helebçeyê kirin.

