Bi amadebûna birêzan Helgurd Şêx Necîb Serokê Îdareya Serbixweya Soran, Dr Abdulrahman Sidîq Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li civîneke ragihandinê da li Soran, roja dûşemê rêkefta 30.01.2023 projeya dabînkirina du milyon lîtir neft ji bo xelkê hejar û kêmderamet ragihandin.
Di destpêkê de birêz Helgurd Şêx Necîb Serokê Îdareya Serbixweya Soran, gotarek pêşkêş kir têda tîşk xiste li ser kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û ji bilî bilind nirxandina hawarîçûn û xizmetguzariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, spasî xêrxwazên Kurdistanê kir ku li vê demsala sermayê de bi dabînkirina neftê ji bo malbatên hejar û kêmdahatan, ni hanaya xelk ve hatin. Tekez li ser wê yekê jî kir ku proje ji bilî xizmetkirina xelkê kêmderamet, xizmeta parastina jîngehê jî dike.
Paşê birêz Dr Abdulrahman Sidîq Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê, li peyama xwe da behsa wê yekê kir ku îro li hemû civînên cîhanî da pirsa jîngehê tê guftûgo kirin ji ber ku hinek welatên pêşketî ku berubûmêke baş heye, lê belê girîngiyê bi jîngehê nedane, jîngeha wan rûbirûyê metirsiyên mezin kiriye. Balkişand li ser wê yekê jî ku li her rêyek ve bê, pêwîste hewla parastina jîngehê bidin. Li mijareke dinê axaftina xwe de balkişand li ser dijwarbûna demsala zivistana dijwar ya navçeyê kir, û daxwazê ji hikumetê kir bi dabeşkirina sûteminiyê hêsankariyê ji bo welatiyan bike. Rexne jî li birîna darên daristanan li navçeyê girt ku ji niha de buye diyarde û ziyaneke zêde ji bo daristan û jîngeh û xwezayê heye.
Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê li dawiya gotara xwe de, wan çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bilind nirxand û got: “Ev projeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bilî li rehendên civakî û miroviya xwe û xizmetkirina xelkê kêm dahat, xizmeta parastina jîngehê jî dike.
Ji aliyê xwe ve birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li gotara xwe de ji bilî wê yekê ku bixêrhatina amadebûyan kir, balkişand li we wê dabeşkirina nefta ku îro li Îdareya Serbixweya Soran tê kirin, li parêzgeh û îdareya serbixweya parêzgehên din jî tê encamdan. Di derbarê bi çawayî û çendayetiya projeyê jî eşkere kir: 2.000.000 lîtir nefta spî li ser 20 hezar malbatan da dabeş dikin. Li Soran û Hewlêr 600.000 lîtir, her wiha li Silêmanî, Raperîn û Germiyan 600.000 lîtir, li Helebçe 200.000 lîtir, li Dihok û Zaxo jî 600.000 lîtir nefta spî têne dabeş kirin û her malbatek 100 lîtir nefta spî ber dikevê. Eve jî dûpat kir ku ji bo destnîşankirina cihên dabeşkirina neftê rewş û taybetmendiya deverê li ber çav hatiye girtin. Wekî mînak %50ê wê neft beşa parêzgeha Hewlêre li Soran tê dabeş kirin. Her wiha gundên çiyayî û demsala zivistana sar û jîngehê pêkve girê da. Bi wê yekê ku dabeşkirina sûtemeniyê rêkarêke ji bo parastina jîngehê û nebirîna darên daristanane.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li mijareke dinê peyama xwe da got: “Me ku vê projeyê pêşkêşî cenabê Serok Barzanî kir, bi spasiyeke zêde ve cenabê wan yek milyar û 610 milyon dînar ji bo vê projeyê terxan kir. Dîsa dergehê projeyê me bi vekirî hiştiye, ji bo wan hemû kompanya û xêrxwazan ku bi spasiyê ve herdem wekî çiyayek piştevanê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn, li vê projeyê da bi zêdetir ji 500 milyon dînaran beşdariyê kirine. Hê jî proje berdewame, em bi vê yekê jî ranewestîn û li rêya nûnerayetiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li Bexda li gel birêz Wezîrê Nefta Iraqê jî me axaftiye ku ew bi nirxê hikûmî neftê bi me bidin, bi taybetî ku bernameya me heye, dema projeyê dirêjtir bikîn, bo ku hejmara sûdmendan zêdetir bibin. Bi spasiyê ve wan rizamendiyê derbirîne.
Li beşa dawiya vê rêwresmê da Serokê Îdareya Serbixweya Soran li bersîva peyamnêran da di derbarê bi dabeşkirina nefta hikûmî ji bo welatiyan got: “Ji aliyê hikumeta Iraqê ve hinek neft hatiye, ku bi dabeşkirina wê jî tê kirin beşek wê valahiya pêdiviya welatiyan pir bikîn”.
Li vir da beşek ji çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo dabeşkirina neftê li Herêma Kurdistanê da dixîne rû:
Piştî ku (BCF) projeya dabînkirina du milyon lîtir neft ji bo xelkê kêmderamet û xwediyê pêdiviyên taybet li bajar û gundên Herêma Kurdistanê da ragihand, 600.000 lîtir ji bo tixûbê parêzgeha Silêmaniyê hate terxan kirin.
Rêkefta 01.02.2023 li taxa Ablax ya bajarê Silêmaniyê 400.000 lîtir neft li ser xelkê kêmderamet û xwediyê pêdiviyên taybet da hate dabeş kirin. Li vê çalakiyê de 4.000 malbat sûdmend bûn.
Li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê, Îdareya Serbixweya Germiyan û Berdereş jî li xwe digrê û 200.000 lîtir li wan tixûban tê dabeş kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li projeya dabeşkirina du milyon neft ji bo xelkê kêmderametê Kurdistanê (Li Zaxo heta Germiyan), rêkefta 05.02.2023 li beşa sûtemeniya tixûba Îdareya Serbixweya Soran, 2.000 lîtir nefta spî li ser 200 malbatên nîştecihên Bilê û Goretû da hate dabeş kirin.
Dabeşkirina nefta spî li gundên nahiyeya Bemo
Piştî ku 200.000 lîtir neft wekî beşa parêzgeha Helebçeyê hate destnîşan kirin, li gundên nahiyeya Bemo ya ser bi tixûbê parêzgeha Helebçe dest bi dabeşkirina nefta spî kirin û li vê çalakiyê de 10 gund sûdmend bûn.
Dabeşkirina nefta spî li Xelîfan- Dolî Alane
Rêkefta 01.02.2023 nefta spî li ser nîştecihên Dolî Alane ya ser bi bajaroka Xelîfan hate dabeş kirin. Vê çalakiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû gund û bajarokên li Îdareya Serbixweya Soran li xwe digre.
Dabeşkirina 40.000 lîtir nefta spî li bajaroka Sîdekan
Rêkefta 05.02.2023 li beşê sûtemeniya Îdareya Serbixweya Soran 40.000 lîtir nefta spî li ser 400 malbatên bajaroka Sîdekan da hate dabeş kirin.
Dabeşkirina neft li gundê Kanî Xanî
Rêkefta 05.02.2023 li beşê sûtemeniya Silêmanî – Dûkan nefta spî li ser 80 malbatên gundê Kanî Xan hate dabeş kirin.
Li qezaya Xebat 400 malbat û nahiyeya Xelîfan ya li tixûbê Îdareya Serbixweya Soran 400 malbat neft li ser wan da hate dabeş kirin.
Nefta spî li gundên parêzgeha Helebçe hate dabeş kirin
Rêkefta 02.02.2023 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nefta spî li ser malbatên nav gundên tixûbê Helebçeyê da hate dabeş kirin. Li vê çalakiyê da 400 malbat sûdmend bûn.
Li Hewlêrê qeza Şaqlawe û Rewanduz neft wergirtin
Rêkefta 02.02.2023 nefta spî li ser 800 malbatan da hate dabeş kirin.
Li qeza Şaqlawe 400 malbat û li Rewanduz 400 malbat sûdmend bûn.
Her malbatek 100 lîtir nefta spî wergirtin.
Hewlêr.. dabeşkirina nefta spî
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li nav bajarê Hewlêrê serdana zêdetirê 900 malbatan kir. Rêkefta 04.02.2023 nefta spî li ser zêdetirê 900 malbatên nîştecihên Hewlêrê da hate dabeş kirin.
Koye û Teqteq
Rêkefta 04.02.2023 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nefta spî li qeza Koye û nahiya Teqteq dabeş kir, li vê çalakiyê de zêdetirê 500 malbat sûdmend bûn.
Helebçe.. dabeşkirina nefta spî li nahiyeya Sîrwan
Rêkefta 05.02.2023 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nefta spî li ser gundên tixûbê nahiyeya Sîrwan da dabeş kir.
Soran..
Rêkefta 04.02.2023 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nefta spî li ser 300 malbatên nahiya Simîlan û Gelale û Qesrê dabeş kir.
Proseya dabeşkirina nefta spî ya 100 lîtir ji bo her malbateke kêmderamet berdewame û proje bi vekirî maye.