Hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo lêqewimiyên karesata erdheja Tirkiye berdewame

Li jêr rênimayî û raspardeya rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja dûşema rêkefta 06.02.2023 tîmên hawarçûnê û karwana hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo bi hanaveçûna ziyanmendên karesata erdhejê, ber bi welatê Tirkiye birêketin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel Wezareta Tendirustî û Navenda Hevbeşa Hemahengiya Qeyran n (JCC) û aliyên peywendîdarên din vê helmetê destpêkirine.
Tîmeke pîspor ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li warê hawarçûnê ku çendîn xulên rizgarkirina lêqewimiyên karesata erdhejan dîtine, bi hemû pêdiviyên pizîşkî ve ji bo bi hanaveçûna lêqewimiyên wê karesatê, li gel yekem karwana hawarçûnê ku ji 15 otombêl û 50 karmendên şareza yên li warên hawarçûna destpêkî û hawarçûn û rizgarkirinê pêkhatibûn, li rêya komelgeha Navdewletiya Îbrahîm Xelîl ve xwe gihandin Tirkiye.
Piştî rûdana karesatbara erdheja li Tirkiye, tîmên hawarçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rojên 07-08.02.2023 bi vî awayî helmeta hawarçûnê encam dan:
Li bajarê Urfa 2.000 danên xwarinê li ser ziyanberketiyên erdhejê de dabeş kirin.
Li Nurdax 5.000 betanî dabeş kirin.
Li Dîlok 426 kartonên dermanan pêşkêş kirin.
Li Semsûrê 2.000 danên xwarinê dabeş kirin.
Her wiha 1.000 sopayên xaz û karebayî û 4.000 betanî û doşek bi hevkariya kompanya Korek Telekom ve hatibûn amadekirin, ku li bajarên Urfa û Dîlokê dabeş kirin. 10 barhilgir avên vexwarinê jî bi hevkariya kompanya UB ve hatibûn amade kirin, li bajarên Ruha(Urfa) û Gimgim(Maraş)ê dabeş kirin.
Helmeta hawarçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo lêqewimiyên karesata erdhejên Tirkiye berdewame û hejmara qurbaniyên wan karesatan jî li hilkişandinê daye. Li gor çavkaniyên fermî yên Tirkiye, hejmara qurbaniyên erdheja li Tirkiye gihîştiye 12.873 kesan û heta niha nêzîkî 70.000 birîndar jî heye.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest