Musa Ahmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi medyakaran ragihand: Rojane helmetên hawarçûn û bi hanaveçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo lêqewimiyên erdhejê li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriye berfirehtir dibin. Li Efrînê jî Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tê vekirin.
Serok Barzanî li helmeta hawarçûna qurbaniyên erdhejê vedikolê
Serok Barzanî bi rêya telefonê ji çawayiya gihandina hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo Efrîna Rojavayê Kurdistanê vedikolê û Efrînî jî spasî Serok Barzanî dikin.
Li peywendiyeke telefonî ya li gel Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Serok Barzanî tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî raspard ku hevkariya hemû pêkhatên resenên bajarê Efrînê bi bê cûdahî bikin û destxweşiyê li karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo bi hanaveçûna lêqewimiyên erdhejê.
Vekirina Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê
Hatina karwanên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo bi hanaveçûna lêqewimiyan ber bi Bakûr û Rojavayê Kurdistan û Tirkiye û Sûriye berdewame û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Nivîsîngeha xwe vedike.
Musa Ahmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: “Li yekem roja rûdana wê karesatan ji aliyê Nivîsîngeha cenabê Serok Barzanî ve hatîn agahdar kirin û ”Daxwaz kirin ku ewê li şiyana me de heye, xizmeta lêqewimiyan û qurbaniyên karesata erdhejê li Tirkiye û Sûriye bikin, gotin çawa we xizmeta xelkê Kurdistanê kiriye, bi bê cûdahî xizmeta hemû lêqewimiyan û qurbaniyên karesatê bikin”. Her wiha gotin: “Gelek bi mixabiniyê ve karesatek gelek mezine û qurbaniyeke zêde lê ketiye. Ji bo wê yekê cenabê Mesrur Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ku heman demê de Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye, me û çendîn wezaret û navendên hikûmî jî raspard ku bi lez helmeta hawarçûn û rizgarkirin û bi hanaveçûnê encam bidin. Tîmên me jî li gel wê yekê ku li rewşeke dijwar dane, lê belê hest bi westabûnê nakin, şev û rojên xwe ser hev xistine, ji bo wê yekê ku xizmeta bira û xûşkên lêqewimiyên vê karesata mezin bikin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê bi cûr û çendiyatiya hevkariyan got: “Li karwana yekem 250 ton xorek û kelupel û derman û pêdiviyên pizîşkî me aniye û karwana duyem jî li rêne. Her wiha bi hevkariya Kavîn Grûp komek mekîne hatine ku karê rizgarkirinê dikin, ji ber wê yekê gelek mixabin hê jî hejmareke zêdeyê xelkê li bin avahiyên rûxayî da mane.
Xelkeke zêde li Rojava û li Bakûrê Kurdistanê jî pêwîstiya wan bi kon û betaniyan heye, ewe jî me heta radeyek dabîn kiriye”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eve jî eşkere kir, li gel berpirsan û biryar bi destên Efrînê guftûgo kirine û rizamendî derbirîne li Efrînê Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bê vekirin”. Her li vê derbarê de got: “Gelek spasî wan hevkarî û hêsankariyan dikin, ji ber ku ewe birastî karasaniyeke gelek mezin ji bo gihandina xizmetguzariyên me bi xelkê lêqewimiyan dike”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez li wê yekê kir ku rojane helmetên hawarçûnê û bi hanaveçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo lêqewimiyên erdhejê li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriye berfirehtir dibin. Wekî gotina dawî ya ji bo medyakaran got: “Pêdiviyên xelkê ziyanberketî gelek mezine, ji wan: Şîrê zarokan û kon û hemû kelupelên pêwîstên nav malê û her wihaji ber demsala zivistan û sermayê amêrên germkirinê pêwîste, ji bo wê yekê daxwaz ji rêxistinên navdewletî û xelkê Kurdistanê dikin, hevkariya me bikin û piştevanê me bin, bo ku karên bi leztir encam bidîn û zêdetir xizmeta vî xelkî bikin”.